Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in? 2021-09-07 09:00:29 ŞIRNEX - Kekê girtiyê nexweş Îslam Îverendî ku rexmî rapora "nikare li girtîgehê bimîne" jî li Girtîgeha Tîpa T a Arganê ya Meletiyê tê girtin, Rizgar Îverendî xwest ku her kes bibe dengê birayê wî yê her diçe rewşa giran dibe.  Girtiyê nexweş Îslam Îverendî, piştî qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di sala 2016'an de bi angaşta "hilweşandina yekitî û yekparebûna welat" hat girtin. Rewşa tenduristiyê ya Îverendî her roja ku diçe girantir dibe. Hat diyarkirin ku nexweşiya sîrozê ya Îverendî yê li Girtîgeha Tîpa T a Arganê ya Meletiyê tê girtin heye û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Kekê Îverendî, Rizgar Îverendî, têkildarî rewşa birayê xwe axivî û  ji bo demildest birayê wî bê berdan bang li saziyên hiqûqê kir.    ÎFADEYA WÎ DI BIN ZEXTÊ DE GIRTINE    Îverendî, diyar kir ku birayê wî bi neheqî hatiye girtin û têkildarî girtina birayê xwe ev agahî parve kirin: "Rexmî ku tu delîleke şênber tunebû jî bi îfadeyên 2 şahidên aşkera û şahidekî nepen hat girtin. Rexmî ku şahidan got ku îfadeyên wan di bin zextê de hatine girtin jî heyeta dadgehê cezayê muebbetê birî. Cezayê wî daket 34,5 salan. Birayê min bi awayekî neheq li girtîgehê tê girtin. R exmî nexweşiyên wî jî rêveberiya girtîgehê û gardiyan îşkenceyê lê dikin. Piştî kontrolên wî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê rapora "nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne" girt. Birayê min ji sedî 70 asteng e. Ji azadî û tenduristiya xwe bêpar e."   LÊGERÎNA TAZÎ LÊ FERZ DIKIN   Di berdewamê de Îverendî, da zanîn ku herî dawî beriya hefteyekê bi birayê xwe re axiviye û ev tişt gotin: "Gardiyan her roj bi ser qawişan de digirin. Di bin navê lêgerînê de amûrên wan ên taybet ji hev belav dikin. Rojê divê 16 dermanan bigire lê ji ber hişyarinên wî yên ji bo dermanan gardiyanan gef lê dixwin û jê re dibêjin, 'heke tu careke din pêş zîlê bikî em pê û têliyên te bişikînin'. Birayê min got ku gardiyan timik wan biçûk dixînin û tacîzî wan dikin. Beriya mehek û nîvê dema ku çûye nexweşxaneyên lêgerîna tazî lê ferz kirine. Wî dane rûniştandin û rakirine piya. Birayê min got ku ji ber van pêkanînan di rewşeke lezgîn de jî tedawiya bijîjk red dikin."   BILA BÊ BERDAN   Îverendî, daxwaza berdana birayê xwe kir û têkildarî rewşa wî wiha axivî: "Rexmî ku tu delîleke şênber tune ye jî birayê min hatiye girtin. Divê li dijî vê rayeke giştî çê bibe. Piştî ku mirov bimire wê mafê wî bidinê? Berî ku derbas bibe divê gavên şênber bên avêtin. Qet nebe bila berdayî bê darizandin. Ji bo van me bersiveke erênî negirt. Bi rêya parêzer me xwest ku bi qedexeya derketine derveyî welat wî berdin. Ji ber çîkên tund nikare rakeve. Emelî dibe. Ulsera wî ya kezebê heye. Bila demildest bê berdan. Li ber çavê me dihele. Herkesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê li dijî vê neheqiyê dengê xwe derbixe. Bi taybetî jî bi şevê êşên wî giran dibin."   MA / Mujdat Can