Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin 2021-09-06 16:36:12 ŞIRNEX - Baroya Şirnexê serdana malbata Mîraç Mîroglu kir û da zanîn ku wê bûyerê bişopînin.    Baroya Şirnexê serdana malbata Mîraç Mîroglu yê di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal ya navçeya Hezexa Şirnexê, di encama lêdana maşîneya zirxî de hatibû kuştin, kir.   'DIVÊ MAŞÎNEYÊN ZIRXÎ JI KOLAN Û TAXÊN ME BÊN DERXISTIN'    Di serdanê de Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî. Dîlsîz, anî ziman ku lêpirsîna ku hatiye destpêkirin didome û got: "Divê wesayîtên zirxî ji kolan û taxên me bên vekişandin. Divê ev maşîneyên zirxî qadên zarokên me terk bikin ku êdî dilê me bes bişewitînin. Weke Baroya Şirnexê tişta ku ji destê me bê em ê bikin. Me niha bi dozgerê ku bi bûyerê re eleqeder dibe re hevdîtin pêk anî. Li gorî ku dozger dibêje lêpirsîn ji hêla cendermeyê ve tê birêvebirin."   'EM Ê HEWL BIDIN KU RASTÎ DERBIKEVE HOLÊ'   Dîlsîz, got ew ê heta dawiyê bûyerê bişopînin û wiha axivî: "Em weke Baroya Şirnexê ji bo parastinê amade ne. Bi awayeke hiqûqî em ê heta dawiyê hewl bidin ku rastî derbikevin holê. Di 10 salên dawî de 36 kes bi vî rengî hatine kuştin. Di van 3 salên dawî de jî em bawer dikin ku bi dehan kesan jî ji van maşineyên zirxî zirar dîtine. Dilê me hemûyan şewitiye. Zarok zarokên me ne, divê em li ser bisekinin ku pêşiya vî tiştî bê girtin."