'PDK ketiye nava şer' 2021-09-06 16:33:32 NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê daxuyand ku di encama êrişên PDK’ê de li Xelîfanê 7 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “PDK’ê bi vê helwesta xwe li dijî gerîla ketiye nava şer.”   Operasyona ku Tirkiyeyê di 23’ê Nîsanê de li Herêma Federe ya Kurdistanê da destpêkirin û hêzên taybet ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî beşdar bûne didome. Hêzên Parastina Gel (HPG), di daxuyaniya xwe ya di 4’ê îlonê de diyar kiribû ku 7 endamên wan ên li herêma Xelîfanê dixwestin ji Çemê Zapê derbas bibin, di encama êrişa hêzên PDK’ê de jiyana xwe ji dest dane.    PDK: ÇI KARÊ PKK’Ê LI XELÎFANÊ HEYE   Berdevkê PDK’ê Mahmûd Muhammed di daxuyaniya xwe ya 5’ê îlonê de da zanîn ku îdia bê bingeh in û pirsa “Çi karê PKK’ê li Xelîfanê heye, têkiliya wan û wê herêmê çi ye?” kiribû.    KCK: PDK KETIYE NAV ŞER   Di daxuyaniya Koma Civakên Kurdistan (KCK) a têkildarî mijarê de ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) cih girt de hat diyarkirin ku PDK’ê hevkarê êrişên Tirkiyeyê ye. KCK’ê bal kişand ser aşkera nekirina aqûbeta 3 endamên HPG’ê ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve li nêzî gundê Bêxme yê Herêma Xelîfanê hatibûn desteserkirin û bi bîr xist ku di encama dorpêça PDK’ê de pevçûna bi artêşa tirk re 7 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “PDK bi vê helwesta xwe bi awayekî aşkera li cem dewleta tirk li dijî gerîla ketiye nava şer.”   ‘PDK’Ê ÊRIŞ GIRTIYE SER XWE’   KCK’ê axaftina berdevkê PDK’ê Muhammed a “Çi karê PKK’ê li Xelîfanê heye?” bi bîr xist û wiha got: “PDK’ê bi daxuyaniya xwe ya ku li dijî daxuyaniya HPG’ê da, ev êriş girt ser xwe.”