Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin 2021-09-06 15:34:07   EDENE- Meclîs Ciwanên HDP’ê ya Edeneyê, turnuwaya fulbolê ya ji 4 jê jin, 28 taximan pêk tê, ji bo bîranîna Denîz Poyraz li dar dixe.   Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê, turnuwaya futbolê ya bi dirûşmeya “Torên hişbir biqetînin” a ji bo bîranîna Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatibû qetilkirin dewam dike, vê carê li Edenê li dar dixe.    Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê, wê di navera 8 û 24’ê Îlonê de, ji bo bîranîna Poyraz li Seyhanê turnuwaya futbolê li dar bixe. Di turnuwaya ku serlêdanên wê temam bûn de, 4 jê jin 28 taxim wê bên beramberî hev. Meclîsa Ciwanan, derbarê turnuwayê de, li avahiya HDP’ê ya Seyhanê, civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Edenê Kemal Pekoz, Hevserokên HDP’ê yên bajarê Edenê Gulseren Tûral û Mehmet Karakaş, rêveber û endamên partiyê beşdarî civînê bûn. Beriya civînê, ji bo tîmên ku dê beşdarî turnuvaya maçê bibin pişk hat kişandin.   'EM TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN’   Endamê Meclîsa Ciwanan Mehmet Saykan, di civînê de axivî û wiha got: “Hemû xebatên me yên derbarê turnuwaya maçê de temam bûn. Em ji hemû taximan re serkeftinê dixwazin.”    Dûre Parlamenterê HDP’ê yê Edenê Kemal Pekoz, bal kişand ser girîngiya li darxistina turnuwayê ya di pêvajoyek wiha de û got: “Li dijî hemû êriş û zextan, divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin.”