Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye 2021-09-06 13:03:54 HEWLÊR - Siyasetmedarê ji Kurdistana Federe Polat Bozan, diyar kir ku 42 mîlyar dolarê ku ji petrolê hatiye stendin û li bankên Tirkiyeyê hatiye razandin li dijî malbata Barzanî hatiye bikaranîn û ji ber vê sedemê jî PDK di planên herêmê de bi Tirkiyeyê re li hev kiriye. Operasyona ku Tirkiyeyê di 23’yê Nîsanê de li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dabû destpêkirin ji 4 mehan zêdetir e ku dewam dike. Li gel operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, êrişên li ser Kampa Mexmûr û Şengal ê jî berdewam dikin. Mexmûr di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye. Ev dever bi balafirên şer û Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) tê bombebarankirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev êriş piştî hevdîtina Amerîka û Tirkiyeyê û serdana Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ya Şengalê pêk tên û zêde bûne.    Siyasetmedarê ji Kurdistana Federe (Herêma Kurdistanê) Polat Bozan diyar kir ku ev êrişên hewayî yên li pey hev ên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê di hefteyên dawî de bi operasyona di 23'ê Nîsanê de hat destpêkirin ve girêdayî ye û Mexmûr û Şengal li pêşiya "projeya Tirkiyeyê ya dagirkirina Kurdistana Federe" asteng in.   TIRKIYE XETIMIYE    Bozan destnîşan kir ku Tirkiye her roja ku diçe di pirsgirêka kurd de xitimînê kûrtir dike û wiha got: “Di encama vê xitimandinê de li her çar parçeyên Kurdistanê êriş tên kirin. Lê belê Tirkiye li her çar perçeyan ketiye xitimandinê. Polîtîkayên faşîst ên Tirkiyeyê yên derbarê pirsgirêka kurd de her ku diçe têk diçe. Operasyona Tirkiyeyê ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji Nîsanê û vir ve dewam dike. Fikra Tirkiyeyê ya 'Ez ê di demeke kurt de qadên ku operasyon lê hatin kirin bi dest bixim' hebû, lê belê ev yek heta niha çênebû. Li sê eniyên operasyonê, Tirkiye tu pêşketin çênekir, berovajî vê, ket nav xitimandinê. Ji ber vê sedemê, her roj bi çekên kîmyewî yên qedexekirî êrişan dike. Ew êrişên tên kirin bêexlaqî ye.”    ‘XIYANETA’ PDK’Ê    Polat diyar kir ku Tirkiye bi operasyonê dixwaze Herêma Kurdistanê ya Federe “dagir bike” û got: “PDK û malbata Barzanî di her warî de desteka herî mezin didin Tirkiyeyê. PDK ji bo ev êrîş pêk were bi Tirkiyeyê re di nava tifaqê de ye. Pir xerab e ku hêzek bi navê Kurdistan piştgirî dide hêzek dij-kurd. Têkiliya Tirkiye û PDK’ê tenê bi xiyanetê dikare were ravekirin. Di dîroka gelê kurd de xiyanet her dem bûye belayeke mezin. Kurteya tiştê ku îro diqewimin ev e. Îro PKK pêşengê azadiyê ye, PDK jî nûnerê xiyanetê ye."    PEYMANA VEŞARÎ YA 50 SALΠ   Polat anî ziman ku di navbera Tirkiye û PDK’ê de pêwendiyek dîrokî heye û wiha got: “Ev têkilî her dem li dijî yekîtiya neteweyî ya kurdan hatiye bikaranîn. PDK her dem li dijî tevgerên azadiya kurd tê bikaranîn. PDK di salên 1992-95-97-98’an de li dijî PKK’ê û li Rojava wek leşker hatiye bikaranîn. Têkiliyên di navbera Tirkiye û PDK’ê de ne tenê tifaqeke leşkerî ye. Di her warî de hevkariya wan heye. Bi Tirkiyeyê re peymanek veşartî ya 50 salî hatiye îmzekirin. Di vê peymanê de çi heye nayê eşkerekirin. Dîsa, yek ji îdiayên ku li herêmê tên kirin ev e ku 42 mîlyar dolarên malbata Barzanî li bankayên Tirkiyeyê ne. Ev pereyên reş in. Barzanî ji nefta Kurdistanê 42 milyar bi dest xistiye û li bankeyên Tirkiyeyê razandiye. Ev ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Barzanî tê bikaranîn.”    ROLA ŞERÊ TAYBET   Polat anî ziman ku çapemeniya PDK’ê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye bi rola "şerê taybet" radibe û êdî pir zor e ku PDK’ê ji bin bandora Tirkiyeyê derkeve. Polat wiha got: “PDK bi vî rengî xwe radest kiriye ku di her warî de di bin bandora Tirkiyeyê de ye û derketina ji bin kontrola wê mimkin xuya nake. Hikumeta Herêma Kurdistanê di nava xeletiyê de ye. Hemî pêngavên ku Tirkiye daye destpêkirin ew e ku di sala 2023’yan de bi dawîbûna Peymana Lozanê êrişên xwe bi ser bixîne. Ji bo vê, ew her roj bandora xwe zêde dike. Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê rê nede vê yekê. Pêşketina Tirkiyeyê ya li nava axa başûr tê wateya ku DAIŞ’ê û NATO Kurdistanê dagir bike.”    MA / Erdogan Altan