Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin 2021-09-06 12:28:05 AMED - Li gundikê Şela Pîl a Hênê , eskeran bi ser malekê de girtin û lêgerîna di malê de hîna jî dewam dike.  Li gundikê Şela Pîr a girêdayî gundê Şerê ya navçeya Hênê ya Amedê, eskeran bi ser malekê de girtin. Li gorî agahiyên hatin girtin, eskeran bi ser mala 3 qat a malbata Opçîn de girtin e.      Xizmên malbatê yên ku me bi telefonê xwe gihand wan, ev agahî dan: “Lêgerîna di malê de hîna jî dewam dike. Esker destûrê nadin ku kes nêzî avahiyê bibe. Em bi telefonê li xizmên xwe geriyan, lê me xwe ne gihand wan. Di avahiyê de 3 malbat dijîn û ji avahiyê dengê qîrîniyê tê.” Xizmên malbatê, diyar kirin ku wan bi navbeynkariya mûxtarê gund li Qereqola Eskerî ya Topçular geriyane û xwestine sedema serdegirtinê hîn bibin. Xizmên malbatê, dan zanîn ku qereqolê tenê agahiya esker ji Amedê hatine dane mûxtar.