Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin 2021-09-06 09:00:20 URFA - Li Rihayê zarokek û jinek di 4 rojan de ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve hatin qetilkirin. Ji du jinên hewl dan xwe bikujin jî jinek jiyana xwe ji dest da. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Fazîlet Arselîm got polîtîkaya bêcezatiyê tundiyê zêde kiriye.  Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) Rapora xwe ya Tebaxa 2021’an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat gotin ku di meha tebaxê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, 21 jin jî bi guman mirine.   Şîdeta li ser jinan û kuştina jinan zêde bû, li Rihayê di nava 4 rojan de 3 jin û keçek rastî şîdetê hatin. Hediye Tokay ku li navçeya Eyyûbiye dijî, di 30’ê tebaxê de ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Tokay ve hat îşkencekirin û kuştin. Aysel Çelîk a 18 salî ku ket ezmûnê zanîngehê û bi ser neket tê îdiakirin ku di 1’ê îlonê de li navçeya Bozovayê xwe kuştiye. Di heman rojê de, Raziye Z. ya 21 salî, li navçeya Haliliye, ji cihek bilind ve bi şik ket û bi giranî birîndar bû. Roja 2’yê îlonê Amara Dwla ya 13 salî ya ji Sûrî, li navçeya Eyyubiye ji aliyê bavê xwe Mihemed Dwla ve hat şewitandin û kuştin.    Cîgira Serokê Baroya Rihayê û Koordînatora Navenda Mafên Jinan Fazilet Taştan Arselim, bal kişand ser sedemên bingehîn ên zêdebûna şîdeta li dijî jinan a li bajêr û destnîşan kir ku pêdivî bi bidawîkirina polîtîkayên bêcezakirinê heye, Seroka Navenda Mafê Jinan Dilara Înal Gulhan jî destnîşan kir ku bi pêkanîna guhertina zîhniyetê, dê pêşî li şîdetê bê girtin.    ‘HINCET NAYÊN QEBÛLKIRIN’    Arselîm diyar kir ku li Rihayê di 4 rojên dawî de 4 bûyer ji ber sedemên mîna hev hatine qewimîne û got: "Têgînên weke 'namûs, kevneşopî, bawerî' ji bo şîdetê nabe hincet û di sûcên li dijî jinan de nayê qebûlkirin. Polîtîkaya bêcezakirinê yek ji sedemên bingehîn ên zêdebûna şîdet, tacîz, destavêtin û îstîsmara zarokan e. Tiştê ku em jê re dibêjin siyaseta bêcezakirinê ev e ku rewşên wekî ne meşandina lêpirsînek bi bandor, efûkirin an kêmkirina cezayê hene. Dema ku em van giştan li hev bînin, em dibînin ku di lêpirsînan de nebûna lêpirsînên berfireh, girtina mirinên bi guman bêyî lêpirsînê, vekolîna têr a dosyeyan di bûyerên xwekuştinê de, û bêcezabûn derdikeve holê. Mafê jiyanê ku mafê herî girîng ê jin û zarokan e ji dest tê girtin û bêcezakirinê dixebitîne. Guhertina yasayan û birêkûpêkkirina yasayan wêrekiyê dide kujer û faîlan. Em di serdemek ku tundî derketiye asta herî jor de derbas dibin. Divê demildest dest ji polîtîkaya bêcezakirinê were berdan. Em dixwazin jin xwe li ser vê nimreyê telefonê 0537 06599 64 bigihînin Navenda Mafê Jinan a Baroyê.”    JI JINAN DELÎL Û BELGE DIXWAZIN    Dilara Înal Gulhan diyar kir ku di girtina biryara parastinê ya ji bo jinên rastî şîdetê hatine de zehmetiyan dikişînin û wiha got: "Di qanûnê de bi zelalî tê gotin ku 'gotina jinê têrê dike, belge nayên xwestin’. Lê belê, carinan di serlêdanên ku em wekî wekalet dikin de jî, dema ku belge an delîl tune be daxwazên me têne redkirin. Em nikarin parastina astek bilind peyda bikin. Jina ku rastî şîdetê hatiye piştî ku li qereqola serlêdan kiriye û jê re gotine 'tu yê baş bî' û wê paş ve şandine. Berdana zilam, nebûna cezayan, lêgerîna delîl û belgeyan faktorên şîdetê zêde dikin. Jin bi mehan rastî şîdetê tê, lê delîl tune. Dema ku dadgeh delîlan dixwaze, em asê dimînin. Jinek ku bi tundiyê re rûbirû nemabe çima wê bêje şidet li min hatiye kirin. Digel ku pêdivî ye ku sizayan biterikînin, derketina peymana ku jinan diparêze û nebûna cezayên berfireh sedemên ku şîdetê zêde dike ne. Em di nimûneyên herêmî de vê pratîkê dibînin.”