ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-06 09:00:00 * Dapîra Muhammed û Furkan Yildirim ên biçûk di bin panzêrê de man û hatin kuştin Ayşe Yildirim anî ziman ku êşa wan û ya malbata Mîroglu heman e û got: "Yên zarokan di xew de bikujin, wê li kolanê wan sax nehêle. Wê ev kujer jî werin xelatkirin."  * Di îdianameya derbarê kuştina karsaz Oktay Mungan a li Nisêbînê de, tevî ku têkiliyên êrişkar û teşebûsan hatin tespîtkirin jî, di dosyayê de "diyardeya çete" hat paşguhkirin.    *  Li Rihayê zarokek û jinek di 4 rojan de ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve hatin qetilkirin. Ji du jinên hewl dan xwe bikujin jî jinek jiyana xwe ji dest da. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Fazîlet Arselîm got polîtîkaya bêcezatiyê tundiyê zêde kiriye.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 181'emîn de berdewam bike.    * Rûniştina doza Cîhan Yildiz ku ji ber kuştina Wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sincar ê li Êlihê hatibû vekirin, dê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * DTSO, derbarê pêşketinên di sektora tekstîlê de li Amedê pêk tê, wê li Fabrîkeya Tekstîlê ya li Herêma Pîşesazî ya Organizeya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00)   * Ji bo Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî ku ji ber nexweşiyên xwe ji Girtîgeha Sîncanê derket û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, wê li avahiya navçeya Esenyurtê ya HDP'ê sersaxî bê danîn. (11.00-17.00)