Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin 2021-09-05 19:26:55 ŞIRNEX - Baroyên bajarên herêmê bertek nîşanî kuştina Mîhrac Mîroglu dan û xwestin lêpirsînek çalak û adil were birêvebirin.    Baroyên Amed, Mêrdîn, Wan, Riha, Şirnex, Êlih, Semsûr, Agirî, Çewlig, Bedlîs, Dersim, Colemêrg, Sêrt û Mûşê têkildarî Mîhraç Mîroglû yê li navçeya Hezexa Şirnexê ku di bin maşîneya zirxî de ma û hat kuştin daxuyaniyek nivîskî weşandin. 14 baroyên herêmê bertek nîşanî kuştina Mîroglu dan.    ‘DIVÊ MAŞÎNEYÊN ZIRXÎ NEBIN SEDEMA KUŞTINÊ’   Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku li gorî rapora ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2019'an de li ser qezayên wesayîtên zirxî yên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yên Tirkiyeyê amade kir; Di 10 salên dawîn de 16 jê zarok 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û 85 kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rewş dide xuyakirin ku sazî û kesên ku ji wesayîtên zirxî berpirsiyar in di çarçoveya rîsk û tedbîrên texmînkirî de tedbîrên pêwîst nagirin û di bicihanîna berpirsyariyên xwe de baldariya pêwîst nîşan nadin û wiha hat gotin: "Divê maşîneyên zirxî nebin sedema mirina zarokan. Parastina mafê jiyanê wezîfeya bingehîn a dewletê ye. Mihraç Mîroglu li ber mala xwe ye. Di encama lêdana wesayîta zirxî ya ku karbidestên giştî yên ku ji bo parastina vî mafî berpirsiyar in de hat kuştin. Divê maşîneyên zirxî yên ku dewlet bi armanca ewlehiyê bikar tîne nebin sedema kuştina zarokan. Pêwîste lêpirsînek çalak û adilane were destpêkirin. Em ji malbatê re sersaxiyê dixwazin. Her wiha em dixwazin Meclîs Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan ava bike û raporên lêkolînê amade bike. Em ê doza mîna mirina Mîroglû û dozên din bişopînin.”