Li Efrînê teqînek rû da 2021-09-05 16:55:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navenda bajarê Efrînê erebeyeke bombebarkirî teqiya û tê gotin kuştî û birîndar hene.    Li taxa Eşrefiyê ya li navenda bajarê Efrînê erebeyeke bombebarkirî teqiya. Tê gotin ji ber teqînê kuştî û birîndar hene. Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya di bin kontrola hêzên paramîlîter de ye ragihand ku li taxa Eşrefiyê ya Efrînê erebeyeke bombebarkirî teqiyaye.