HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e 2021-09-05 13:09:31   ENQERE - HDP’ê destnîşan kir ku berpirsê mirina girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî û girtiyên nexweş ên din îqtidar e.    Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî ku 28 sal bûn girtî bû, duh nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Berpirsê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Umît Dede têkildarî mirina Çelebî daxuyaniyek nivîskî da. Dede di daxuyaniyê de wiha got: “Em ê li dijî îqtidar û karmendên wê ku ji ehlaq û wîjdan bêpar e û ji mirina girtiyên berpirsiyar e heta roja hesab bidin, têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Her roja ku diçe hejmara girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Qedexeya îşkenceyê bi eşkereyî hat binpêkirin. Berpirsê mirina girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî û girtiyên nexweş ên din îqtidar e.”