Leşkeran li cotkar û zarokên wî da 2021-09-05 10:41:00 RIHA - Li Wêranşarê leşkeran li cotkar û zarokên wî yên ku li dijî rakirina trafoyê ku ceryana ava erdên çandiniyê jê tê dan.    Tîmên Şîrketa Belavkirina Elektrîka Dîcleyê (DEDAŞ) xwestin li Gundê Cinazê ya bi ser navçeya Wêranşara Rihayê ve trafoyê ceryanê ku cotkarek navê wî nehat zanîn ji bo avdana çandiniyê bikar tîne rakin. Cotkar û zarokên xwe li dijî rakirina trafo derketin. Leşkerên bi tîmên DEDAŞ’ê re çûn nav zeviyan, li cotkar û zarokên wî dan. Dîmenên lêdanê ji aliyê welatiyên derdorê ve li ser medya dîjîtal hatin belavkirin. Di dîmen de tê dîtin ku kesê dîmen digire ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin.