‘Destûrê nadin em bi kurdî biaxivin’ 2021-09-05 09:36:51   EDENE - Mehmet Emîn Ado ku li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa T tê girtin, diyar kir ku wî neçar kirine navê kesên bi kurdî bi wan re hevdîtinê bike bi daxwaznameyeke navê wan ragihîne.    Mehmet Emîn Ado yê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa T tê girtin, bi telefonê hevdîtin li gel malbata xwe pêk anî û behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. Ado destnîşan kir ku ew bi zextên sîstematîk re rûbirû mane Û wiha got: “Dema me ji odeyê derdixin zorê li me dikin ku em kunyeya xwe bixwînin. Dema em li heqê xwe digerin jî cezayên dîsîplînê didin me. Qedexeya 3 mehan a hevdîtinê li me birîn. Axaftina bi telefonê ya heftane li gel ku 20 deqîqe ye jî 10 deqîqe didn me. Zorê li me dikin ku em navê kesên bi wan re bi kurdî diaxivin bidin wan. Destûrê nadin ku em bi kurdî hevdîtinê bikin. Wextê ku em di telefonê de hevdîtinê dikin, gardiyan li ber me disekinin û guhdar dikin ka em bi kî re çi diaxivin.”