Baroya Rihayê: Ziman rûmet, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve 2021-09-05 09:00:51   RIHA - Koordînatorê Komîsyona Zimanê Zikmakî ya di bin banê Baroya Rihayê de hat avakirin Gokhan Dayik, bal kişand ser girîngiya parastina zimanê zikmakî û banga li hempîşeyên xwe kir ku bibin endamê Komîsyonê. Diyak, diyar kir ku ziman rûmeta mirove, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve.      Komîsyona Zimanê Zikmakî bi armanca "Piştgiriya cihêreng a çandî û pirzimaniyê" dibin banê Baroya Rihayê de hat avakirin. Koordînatorê Komîsyona Zimanê Zikmakî û Endamê Desteya Rêveber a Baroya Rihayê Gokhan Dayik, derbarê armanca avakirina komîsyonê de ji ajansa me re axivî.    Dayik, bi bîr xist ku li cîhanê gelek ziman wenda bûne û gelek ji wan jî bi vê xetereyê re rû bi rû ne. Dayik, diyar kir ku hemû ziman mîrateya hevpar a mirovan e û wiha axivî: “Zimanê zikmakî di warê civakbûn û danûstendinê de girîng e. Zimanê zikmakî mafê bingehîn ên mirovane û divê di her warî de, were bikaranîn. Mafê gelan heye ku bi zimanê xwe biaxivin, perwerdehiyê bibînin, xwe biparêzin, bijîn û çanda xwe biparêzin û divê ev maf werin dabînkirin.”   ZIMAN DIBIN XETERIYA WINDABÛNÊ DE NE    Dayik, anî ziman ku ji bo parastina mafê zimanê zikmakî yekemîn care ku dibin banê Baroya Rihayê de Komîsyona Zimanê Zikmankî tê avakirin û wiha got: “Weke baro, me ev komîsyon ji bo pirçandî, parastina pirzimanî û destek dayînê ava kir. Di vî warî de daxwazên hempişeyên me hebûn. Ziman her roj bi windabûnê re rû bi rû ne. Ev ziman, dewlemendiyên me ne. Me ji xwe re kiriye armanc ku em pirzimanî û pir rengîniyê biparêzin. Divê îhtîrazên li ser ziman rabin. Li vî welatî, pêwîste ku hemû zimanên zikmakî bi qanûnên bingehîn bên parastin. Lazime ku mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn. Komîsyon wê di vî warî de xebatên xwe bi rêve bibe.”    PIRSGIRÊKA QEDEXEYA ZIMAN DEWAM DIKE   Dayik, da zanîn ku her çend di demên dawî de xuya dike ku mafê parastina bi zimanê zikmakî heye jî, ev ne rast e û ev nirxandin kir: “Zorî ji bo kesên ku dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî parastinê bikin, tên derxistin. Parastina kesên bi zimanê xwe dikin jî, tên berevajîkirin. Li ciheke mîna Rihayê ku pir ziman lê hene, kesekî ku wergervaniyê bike tuneye. Hin caran ji bo wergervaniyê jî, xebatkarên edliyê tên peywirdarkirin, lê j ber ku tu perwerdeyek nedîtine, yan kêm an jî şaş werger dikin. Wekî Komîsyon, em ê jî bixebitin ku pêşiya wan bigirin.”    PERWERDEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ   Dayik, teqez kir ku ev komîsyon di heman demê de weke bertek li dijî êrişên nijadperest ên li ser zimanan hatiye damezrandin û wiha rêz kir: “Di demên dawî de, li ser medya dijîtal û neteweyî em dibin şahidên êrişên nijadperest. Bi taybetî li dijî zimanê Kurdî bêtehamuliyek mezin heye. Ev bête bêtehamulî, gehiştiye asta êrîşên faşîzane. Ji ber ku mirov bi Kurdî diaxivin û stranan dibêjin êrîşê wan tê kirin û tên qetilkirin. Ev êriş ji polîtîkayên hikûmetê yên li dijî zimanan ne serbixwe ne. Ev êriş bi polîtîkayên dewletê ve girêdayî ne. Ji bo ku mirov bi zimanên xwe li her derê biaxivin emê perwerde bidin. Li Rihayê, piraniya hevalên me bi Kurdî û Erebî dizanînin, lê nikarin xwe îfade bikin. Ji ber ku hîna ne bûne zimanê perwerdê. Ji bo ku em karibin vê rewşê derbas bikin, em dixwazin qûrsên Kurdî û Erebî bibin.”    BANGA PIŞTGIRIYÊ KIR    Gokhan Dayik, dest nîşan kir ku komisyona wan hêj nû ye û ev bang li hempişeyên xwe kir: “Zimanê zikmakî yê mirovekî ew ziman e ku xwe herî baş pê îfade dike. Ji bo parastin û girîngî dayîna ziman, em hemû kesî/ê vedixwînin komîsyonê. Pêdiviya me bi zanebûna hempîşeyên me heye. Ziman rûmeta mirove, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve. Em girîngiyê didin, zimanê zikmakî. Em xwazin her  kes tevlî komîsyonê bibe û tecrubeyên xwe parve bike. Emê bi hevalên xwe re, ji bo misogeriya destûrî ya zimanên ku ber bi tunebûnê ve ne, têbikoşin. Di warê ziman de kêmasiyên me hemûyan hene. Divê, tavilê em hemû bi hev re vê kêmasiyê derbas bikin. Ji ber vê pêdiviya me bi alîkariya her kesî heye.”    MA / Emrullah Acar