Di meha Tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin 2021-09-04 20:30:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî danayên tundiya zilam a meha Tebaxê ya KCDP'ê, 31 jin hatin qetilkirin û 21 jin jî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan.    Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya danayên tundiya zilam a meha Tebaxê weşand. Li gorî raporê, di meha Tebaxê de, 31 jin hatin qetilkirin û 21 jin bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan.    Di raporê de ev danê hatin dayîn: "6 jin ji hêla mêrê ku pêre hatibû zewicandin ve, 5 jin ji hêla xizmên xwe ve, 4 jin ji hêla hezkiriyên xwe yên berê ve, 4 jin ji hêla bavê xwe ve hat kuştin. 3 jin ji hêla naskiriyên xwe ve, 3 jin ji hêla kurê xwe ve hatin qetilkirin.   Herî zêde jin ji hêla naskiriyên xwe ve tên qetilkirin û an jî bi şîdetê re rûbirû dimînin. Kesên ku hêzê didin kujeran jî diyar in. Polîtîkayên ku tên afirandin hêzê dide kujer û êrişkaran. Rayedar gelo ji bo tedbîr girtinê li benda çi ne? Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî kuştina jinan bêdeng nemînin."