Girtiyê nexweş ê cezayê wî qediya nayê berdan 2021-09-04 17:16:28 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba yê mafê wî yê şertê kontrola edlî bi hin hêcetan tê îhlalkirin û diyar kir ku ji rewşên neyînî yên derkevin holê rayedar berpirsyarin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba, li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê  daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Sekreterê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Alî Aydin axivî û wiha got: “Yûsûf Akbaba di sala 1964’an li navçeya Mîdyada Mêrdînê ji dayik bûye û 56 salî ye. Cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Piştî li gelek girtîgehan dimîne niha li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê di hucreya yek kesî de tê girtin. 28 sal in di girtîgehê de ye.”   NEXWEŞIYÊN WΠ   Aydin, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Akbaba, agahiyên ji malbata wî girtine ragihandin û wiha domand. “Hat hînbûn ku di dîtinê de zehmetiyê dikişine û di lingên wî birîn bûne. Heke birînên lingê wî neyên tedawî kirin dibe ku lingê wî jî were birîn. Pirsgirêkên dîtina wî jî girêdayî diyabetê ne û heke neyê tedawî kirin wê çavên wî kor bibin. Diyabet tenê nabe sedemê nexweşiyên dest, ling û çavan di heman demê de zirare dide hinavan jî. Tişta herî bi rîsk jî dibe sedemê nebesiya gurçikan. Ligel mafê wî yê şerta kontrola edlî hatiye jî bi hin hêcetan nayê berdan. Divê nexweşiya wî jî berçav were girtin û li cem malbata xwe li cihekî ku her tim bikaribe biçe nexweşxaneyê bibe. Ji hemû tiştên neyînî yên bên serê Yûsûf Akbaba rayedar berpirsyar in.”