Miduriyê got ji bo mîtîngê 'polîs tuneye', lê bi hezaran polîs şandin daxuyaniyê 2021-09-04 16:52:33 AMED - Walitiya Amedê ji bo mîtînga îro bi wesileya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê  hat xwestin were lidarxistin, bi hêceta “ewlehiyê” destûr neda, lê ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya li bajêr were dayîn jî, bi hezaran polîs Semta Ofîsê dorpêç kirin.  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest îro li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîrê Mîtînga Aştiyê li dar bixe, lê walitiyê bi hinceta hejmara polîsan têra nake û “ewlehî nayê girtin” destûr neda. Li ser vê yekê platformê, biryar girt ku li pêş Plazaya AZC a li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyeke girseyî bide.    Miduriyeta polîsan a “kêmbûna polîsan” hêcet nîşanda beriya daxuyaniyê hemû kolan û cade bi erebeyên zirxî girtin. Li derdora herêmê bi hezaran polîs hatin bicihkirin. Polîsên ku çekên lûle dirêj di destê wan de, di serî de Cadeya Ekîncîler û Kolana Hunerê de gelek cade û kolan dorpêç kirin.    Polîsan, avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê ya li semtê jî, dorpêç kirin.