Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar li malbata Mîraç geriya 2021-09-04 16:30:33   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, bi telefonê li malbata Mîraç Mîroglû ku li navçeya Hezexê maşîneya zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da geriya û ji malbatê re sersaxî xwest. Hevseroka Pervîn Bûldan jî lis er hesabê xwe yê twîtterê xwest berpirsyar bên darizandin.   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, bi telefonê li malbata Mîraç Mîroglû yê 7 salî ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da geriya û ji malbatê re sersaxî xwest. Sancar bav Salih û ap Mehmet Mîroglû re hevdîtin kir û ji wan re sersaxî xwest. Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku Sancar gotiye wê li cem malbatê bin û bûyerê bişopînin.    Malbata Mîroglû jî xwestk bûyer bê ronîkirin û berpirsyar bê ceza nemînin.    BÛLDAN: NE QEZA CÎNAYET E   Li aliyê din Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî li ser hesabê xwe yê twîtterê tekildarî mijarê daxuyaniyek da û ev tişt got: "Polîtîkayên bêcezahiştinê yên desthilatê, zarokê ku hê li kuçeyê dilîst ji me girt. Mirinên ku li navenda bajaran, li qadên jiyanê pêk tên ne qeza cinayet in. Divê berpirsyarên wan teqez bên darizandin."