Li Mêrdînê zilamê ku bi şert hat berdan hevjîna xwe qetil kir 2021-09-04 16:13:33   MÊRDÎN - Li navçeya Stewrê Abdûlkadîr Pulent bi şert ji girtîgehê hat berdan hevjîna xwe Emîne Pulent qetil kir.    Li navçeya Stewrê a Mêrdînê Abdûlkadîr Pulent ê 62 salî bi şert ji girtîgehê hat berdan hevjîna xwe Emîne Pulent bir rezan û li wir qetil kir. Bûyer dû pêk hatiye û piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin kirin cenazeyê Pulent hat veşartin.    Hat hînbûn ku Abdûlkadîr Pulent beriya niha ji ber ku zavayê xwe Şeymûs Pulent kuştiye hatiye girtin û piştî ku 27 salan girtî maye di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de beriya 15 mehan hatiye berdan.