Ji ber di azmûnê de bi serneket întihar kir 2021-09-04 13:03:03   RIHA - Li navçeya Hewagê ya Rihayê, hat angaştkirin ku keça ciwan Aysel Çelîk a 18 salî ji ber ku di azmûna zanîngehê de bi serneketiye û zanîngeh qezenc nekitiye întîhar kiriye.    Li gundê Kubik ê navçeya Hewagê ya Rihayê, di 2'ê îlonê de cenazeyê jinekê di qenala avê de hatibû dîtin. Şivanên li herêmê sewalên xwe diçirandin cenazeyê dîtibûn û tîmên agirkujiyê yên hatibûn cihê bûyerê cenaze ji avê derxistibûn. Piştî lêkolînên ku hatin kirin derket holê ku cenaze yê keça ciwan Aysel Çelîk a 18 salî ye. Çelîk, di 1'ê îlonê de ji malbata xwe re gotibû ku dê biçe cem hevalên xwe û ji malê derketibû û careke din agahî jê nehatibû girtin. Xizmên Çelîk ku bi dayik û bavê xwe re dijî li ser vê yekê xebatên lêgerînê dabûn destpêkirin.    Hat angaştkirin ku Çelîk îsal xwe ji bo Faqulteya Hiqûqê amade kiriye lê ji ber ku di azmûnê de poxanê ku xwestiye dernexistiye û li zanîngehê bi cih nebûye întihar kiriye.