Bedêla nûçeyê: Ji 2 rojnamegeran 10 sal ceza û ji 4 rojnameran re jî doz 2021-09-04 10:38:18   ENQERE - Li gorî rapora meha tebaxê ya Cemiyeta Rojnamegeran, di nav mehekê de ji ber nûçeyên ku çêkirine lêpirsînên nû derbarê 8 rojnamegeran de hatine destpêkirin û doz li 4 rojnamegeran doz hatine vekirin.    Cemiyeta Rojnamegeran, rapora xwe ya meha tebaxê ya xebata raporkirinê ya bi sernavê "Bedêla Nûçeyê" aşkera kir. Di rapora ku ji aliyê Rojnamege Hayrî Demîr ve hatiye amadekirin de hatiye ragihandin ku rexmî betlaneya edlî jî zextên li ser rojnamgeran berdewam kiriye. Li gorî daneyên raporê; di meha tebaxê de ji ber nûçeyên ku çêkirine lêpirsînên nû derbarê 8 rojnamegeran de hatine destpêkirin û doz li 4 rojnamegeran doz hatine vekirin. Li aliyê din li 3 bajaran jî 5 rojnamegeran hatine binçavkirin.    61 ROJNAMEGER GIRTÎ NE   Li gorî raporê, di meha tebaxê de 10 sal û 5 meh û 22 roj ceza li 2 rojnamegeran hatiye birîn û bi giştî 61 rojnameger girtî ne û piştî ku cezayên li wan hatine birîn bi dawî bûne 2 rojnameger hatine berdan. Dîsa astengiyên li pêşiya rojnamegeran hatine bîr xistin û hatiye destnîşankirin ku dema şewata daristanan 15 rojnameger li ser karê xwe hatine astengkirin û êriş li wan hatine kirin.