Uzum di bin dorpêça polîsan de hat definkirin 2021-09-04 10:07:12   ÊLIH - Cenazeyê endama YJA Starê Dîcle Uzum ku li herêma Meydan Belek a girêdayî Colemêrgê di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.    Cenazeyê endama YJA Starê Dîcle Uzum a di 26’ê Tîrmehê de li herêma Meydan Belek a girêdayî Colemêrgê, di êrişa bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe hat definkirin. Malbata di 27’ê Tîrmehê de çûbû Colemêrgê û ji bo cenazeyê keça xwe bigire, testa DNA’yê dabû. Malbatê piştî lihevhatina testê, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû û cenazeyê keça xwe girtibûn û anîn Êlihê.    Uzum, li Goristana Asrî ya navenda bajêr di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.