Li Mêrdînê gundekî din jî xistin bin karantînayê 2021-09-04 09:53:44   MÊRDÎN - Gundê Cilîn yê navçeya Stewrê bi hêceta şewba vîrûsa koronayê xistin bin karantînayê. Hejmara gundên li Mêrdînê xistin bin karantînayê derket 17’an.    Gundê Cilîn yê navçeya Stewra Mêrdînê, bi hêceta şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) xistin bin karantînayê. Qeymeqamtiya Stewrê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de diyar kir ku wê karantinaya li gund 14 rojan bidome. Bi  biryarê re hejmara gundên li navçe û navenda Mêrdînê ku di hefteyekê de xistine bin karantînayê derket 17’an.    Şêniyên gund li dijî daxuyaniya qeymeqamtiyê derketin û bi lêv kirin ku pêkanîna karantînayê ji bo derzîkirina bi darê zorê ye.