Li Cizîrê 6 sal e hiqûq tune ye 2021-09-04 09:14:32 ŞIRNEX - Di dosyayên kesên ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê ya 9 rojan de jiyana xwe ji dest dan de tu pêşveçûn çênebû. Parêzer Huseyîn Tul, diyar kir ku ji ber bi awayekî bibandor lêpirsîn nayê kirin 6 salan tu gumanbarek nehatiye tespîtkirin.  Li navçeya Cizîrê di navbera 4 û 12'ê îlona 2015'an de 9 rojan derketina derve hatibû qedexekirin û di van qedexeyan de 21 kesên sivîl hatibû qetilkirin. Di dosyayê van 21 kesan de ya biryara "neşopandinê" ya jî biryara "legerîna daîmî" hatin dayîn û bi derengî hatin xistin. Ji bo hin dosyayên ku derbarê wan de biryara "neşopandinê" hatin dayîn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dayîn. Ji 21 dosyayan tenê di dosyayekê de lêpirsîn didome. Di nav 6 salan de kesek jî nehat darizandin.    ASTA DOSYAYAN   Di dosyayên Gatban Bulbul (65), Mehmet Emîn Levent (26), Mehmet Saît Nayci (16), Osman Çagli (18), Ozgur Taşkin (18), Şahîn Açik (74), Mûhammet Tahîr Yaramiş (35 rojî), Haci Ata Borçîn (70) de biryara "neşopandinê" hat dayîn. Parêzeran dosyayan bir AYM'ê îttîrazê kirin. Di dosyayên Bunyamîn ÎrcÎ (14), Cemîle Çagirga (10), Eşref Erdîn (60), Maşallah Edîn (35), Mehmet Dokmen (70), Mehmet Erdogan (75), Meryem Sune (45), Selman Agar (10), Zeynep Taşkin (18) jî biryara "lêgerîna daîmî" hat dayîn. Derdarê aqûbeta dosyayên Îbrahîm Çîçek, Bahattîn Sevînîk û Sûphî Sarak de jî agahî nehatin bidesxistin. Lêpirsîna ku ji bo dosya Saît Çagdavûl hatibû destpêkirin didome.   Parêzer Huseyîn Tul ku li dosyayê kesên di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan dinêre pêvajoya hiqûqî ya 6 salan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    LÊPIRSÎNEKE BIBANDOR NAYÊ KIRIN   Parêzer Huseyîn Tul, diyar kir ku heta niha îfadeya tu gumanberî nehatiye girtin û ji bo tespîtkirina gumanbaran tu lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û wiha got: "Ji vê saetê şûn ve jî wê lêpirsîneke bibandor neyê kirin. Mixabin pratîka ku em dibînin vê nîşan dide. Ji ber nêzikbûna dewletê ya polîtîk a rewşên bi vî rengî lêpirsîneke baş nayê kirin. Di dosyayên ku biryara neşopandinê ji bo hatiye dayîn de dozger kesên jiyana xwe ji dest dane weke gumanbar dîtiye. Ji ber ku dozger wan weke "endamên rêxistinê" dîtiye û weke ku di şer de hatibin kuştin hesibandiye biryara neşopandinê daye. Ev hincet nayê qebûlkirin. Me vê rewşê îttîraz kir. Lê mixabin îttrîrazê me jî hatin redkirin."   DOSYA LI AYM'Ê NE   Tul, destnîşan kir ku piştî îttîrazên wan hatine redkirin dosyayan birine AYM'ê û serlêdanên takesî kirine û têkildarî mijarê ev agahî dan: "Pêvajoya dosyayan a li AYM'ê didome. Heke em ji vir jî encam negirin em ê dosyayan bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Di dosyayên ku derbarê wan de biryara lêgerîna daîmî hatiye dayîn de berpirsyariya miduriyeta polisan heye ku lêkolîna salê bike. Di 6 salan de bi lêkolînê gumanbar nehatine tespîtkirin. Ji ber ku ji bo tespîtê tu lêkolîn nehatine kirin em ne bawerin ku ji niha şûn ve jî gumanbar bên dîtin."   LÊPIRSÎN KÊM IN   Di berdewamê de Tul, da zanîn ku di dosyayan kêmasiyên micid hene û wiha pêde çû: "Yek ji van kêmasiyan jî dîmenên qamerayên maşîneya zirxî ku dema qedexeyan li navçeya Cizîrê hatibûn bikaranîn. Dîsa tunebûna agahiyên qeydên bêtil û HTS'an. Ji ber van kêmasiyan ji bo girtin û tespîtkirina gumanbaran tu pêşveçûn çênebû. Di dosyayên ku li AYM'ê disekinin an jî tên sekinandin de divê demildest biryar bên dayîn. Bi pêşveçûna demê re delîl ji holê tên rakirin. Ji ber vê yekê lêpirsîna bibandor girîng e."   POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ   Tul, bi berdewamî ev tişt gotin: "Pêşveneçûna di dosyayên kesên ku dema qedexeyan jiyana xwe ji destg dan nayê qebûlkirin. Ji ber polîtîkayên bêcehiştinê heta niha lêpirsîneke bibandor nayê kirin. Cih negirtina tu gumanbarekî ya di dosyayan de jî berhema vê polîtîkayê ye. Hêvî dikim nêrîna li vê polîtîkayê biguhere û faîlên kesên jiyana xwe ji dest dane bên tespîtkirin."   MA / Mujdat Can