Ayşe Gokkan ji bo şîna dayika wê li şûna gund birin navenda Rihayê 2021-09-03 19:40:16   RIHA - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ku destûr nedan tevlî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe ji bo şînê li şûna gundê wan wê birin navenda Rihayê. Gokkan, bertek nîşanî nehaqiya li dijî xwe da û giliya rayedaran kir.         Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a girtî ku bi hinceta "ewlehiyê" destûr nedanê tevlî merasîma cenazeyê dayika xwe Lutfiye Gokkan bibe, ji bo şînê li şuna gundê wan Kulunçe yê li navçeya Pirsûsê ku dayika wê lê hat veşartin wê birin mala xizmekê wê yê li navenda Rihayê. Serê sibehê Gokkan birin şînê û xizmên wê ji gund anîn cem.    Gokkan ku me bi rêya telefonê xwe gihandê got ku mafê herkesî heye ku tevlî merasîma cenazeyên xizmê xwe bibe lê ev mafê wê bi awayekî ne hiqûqî ji destê wê hatiye girtin û wiha bertek nîşanî neheqiya lê hatiye kirin da: "Bi hinceta ewlehiyê tevlîbûna min a cenazeyê dayika min asteng kirin. Diviya ku 2 rojan li şînê bimama lê tenê rojek dan min. Dîsa min nebirin gund. Li navenda Rihayê tevlî şînê bûme. Gora dayika min li gund e lê bi hinceta "ewlehiyê" nikarim destê xwe bi xweliya wê bikim. Ez ê giliya van hemû neheqiyan bikim. Daxwaza dawîn a dayika min ew bû ku li ser milê jinan bê veşartin. Hevalên jin vê daxwaza wê bi cih anîne. Spasiya herkesê ku tevlî şînê bûne dikim."   Piştî dawîbûna saetên mesaiyê careke din Gokkan birin Girtîgeha Jinan a Amedê ku Gokkan lê girtî ye. .