Li 6 nuqteyên Bestayê agir bi daristanan ket 2021-09-03 18:08:05   ŞIRNEX - Li 6 nuqteyên cuda yên herêma Bestayê ya Şirnexê agir bi daristanan ket.        Li herêma Bestayê ya Şirnexê, birîna daran bi destê cerdevanan û şewata daristanan ku beriya 3 rojan lê derketibû didome. Hat hînbûn ku li qadên Mehûjik, Genîferşik, Gundikê Mîrzo, Quntarê Mendêcelê û Şehîdgeha Bestayê jî agir bi daristanan ketiye. Li her 6 herêman jî şewata ku derketiye nehatiye vemirandin û didome.    Hat hînbûn ku bi hinceta herêm "herêma qedexe ye" destûr nayê dayîn ku agir bê vemirandin.