Doza 10'ê Cotmehê taloqî meha mijdarê bû 2021-09-03 17:52:16   ENQERE - 12'emîn danişîna Doza 10'ê Cotmehê ku li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin, taloqî meha mijdarê hat kirin.      DAIŞ'ê di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqerê li dijî girseya ku ji bo daxwaza aştiyê li hev kom bûbû êrişên bombeyî pêk anîbû. Di êrişê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 12'emîn danişîna dozê ya ji bo bersûcên firar û bersûc Erman Ekicî ku ji sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Di danişînê de îfadeyên Mûhammed Kasim Kûrt ku hatibû tespîtkirin bi rêya telefonê bi Emîrê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Îlhamî Bali re hevdîtin kiriye hatin girtin.    Danişîn taloqî 24'ê mijdarê hat kirin.    Piştî danişînê malbatên qurbaniyên komkujiyê û parêzerên xwe li ber edliyeyê daxuyanî dan û bertek nîşanî helwesta heyeta dadgehê ya di danişînê de dan.