Gurdegîr ê îşkence lê hat kirin û sê xwişk û birayên xwe hatin girtin 2021-09-03 16:57:15   AMED - Sonuç Gurdegîr ê ku di binçavan de bi îşkenceyê re rûbirû ma hat girtin. Sê xwişk û birayên wî û du xizmên wî jî hatin girtin.    Wezareta Karên Navxweyî di 24’ê tebaxê de ragihandibû ku Sonuç Gurdegir li Stenbolê hatiye binçavkirin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê serdana Gurdegîr kiribûn û ragihandibûn ku îşkence lê hatiye kirin. Gurdegîr ê îşkence lê hatibû kirin û sê xwişk û birayên xwe û du xizmên xwe hatin girtin.    ÎFADE NEDA    Gurdegîr piştî li Stenbolê hat binçavkirin birin bajarê wî Çewligê. Li Miduriyeta Polîsan a Çewligê îfadeyên Gurdegîr bi dawî bûn û sewqî edliyê kirin. Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “yekîtî û tevayiya welat xera kiriye” biryara girtina Gurdegîr da.    Hat zanîn ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye. Gurdegîr di îfadeyên li dadgehê de wiha got: “Min li emniyet û dozgeriyê mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî. Ez ê di vê darizandina dadgeha we de jî îfade nadim. Sedema bêdengiya min ew e kul i emniyetê îşkenceya fizîkî û derûnî li min hatiye kirin. Her wiha ev bêdengiya min jî helwesta nîşandana li hember girtina xwişka min ku 11-12 sal in min wê nedîtiye, bi beyanên bêbinî hat girtinê ye.”    Gurdegîr ê hat girtin ew şandin Girtîgeha Çewligê ya Tîpa M.    SÊ XWIŞK Û BIRAYÊN WÎ Û DU XIZMÊN WÎ HATIN GIRTIN    Her wiha bi hêceta ku Ozge, Prenses û Ertan Gurdegîr ên xwişk û birayên Gurdegîr û xizmê wî Mehmet Guyildar û xizmek wî navê wî nehat zanîn jî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” hatin girtin.