Endamê Meclîsa HDP’ê giliyê kesên ew revandin kir 2021-09-03 16:53:06   STENBOL - Endamê Meclîsa HDP’ê Celalettîn Yalçin ê hat revandin û îşkence lê hat kirin, giliya kesên ew revandin kir.    Endamê Meclîsa HDP’ê Celalettîn Yalçin giliyê wan kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve ew revandin, îşkence lê kirin û “sîxurtî” lê ferz kirin kir. Yalçin ê bi rêya parêzerê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da, xwest ku derbarê kesên ew revandine de bi sûcên “îşkence, gef, êrişa zayendî” , “Kesekî ji azadiya wî bêpar hiştin” û “Binpêkirina nepeniya jiyana taybet, heqaret û dizî” doz li wan were vekirin.