Giliyê leşkerên ku penaberan avêtine ava çem hat kirin 2021-09-03 16:31:52   STENBOL - Şaxa OHD’ê ya Stenbolê derbarê leşkerên ku penaberên paş de şandin Tirkiyê û tê gotin wan avêtibûn ava Çemê Merîçê gilî kir.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê giliyê leşkerên ku tê gotin 45 penaberên paş de şandine Tirkiyê û wan avêtine ava Çemê Merîçê kir. Tê gotin ku leşkeran di 24’ê tebaxê de penaberan kom bi kom avêtine avê. OHD’ê têkildarî gilîkirinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da. OHD’ê di serlêdanê de xwest ku leşkerên gumanbar werin tespîtkirin û ji sûcên “Sûcê li dijî mirovahiyê”, “kuştina bi qestî”, “hewldana kuştina bi qestî” û “birîndarkirina bi qestî” werin cezakirin.