Danişîna doza erdheja Îzmîrê dest pê kir 2021-09-03 14:59:03   ÎZMÎR - Danişîna 4 jê girtî 9 bersûcên ji avahiya Riza Bey a ku di erdheja Îzmîrê de 37 kesan têde jiyana xwe ji dest da dest pê kir.    Li Îzmîrê di 30’ê cotmeha 2020’an de erdheja bi pileya 6.9 rû dabû. Di avahiya Riza Bey a li Îzmîrê 37 kesan têde jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber xemsariyê 4 jê girtî 9 bersûc tên darizandin. Danişîna ewil a doza van kesan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin.    Bersûcên girtî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û malbatên mexdûr û û parêzerên xwe û endamên Baroya Îzmîrê dozê dişopînin. Danişîn bi îfadeyên bersûcan didome.