Kaplan: Divê perwerdehiya bi kurdî were destpêkirin 2021-09-03 14:19:00   STENBOL - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan têkildarî serdema perwerdehiyê daxuyanî da û diyar kir ku îqtidarê di pandemiyê de notê herî kêm wergirtiye û di heya pêş de tişta ewil were kirin pêşî lê vekirina perwerdehiya kurdî û pirzimanî ye.    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan ku ji Polîtîkayên Ziman, Çand, Huner, Spor û Perwerdehiyê Berpirsiyar e têkildarî heyama perwerdehiya ya pêş me li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Kaplan bi bîr xist ku wê di 6’ê îlonê de heyama nû ya perwerdehiyê dest pê bike û ew dixwazin ku perwerdehiyek bi qalîte were dayîn.    Kaplan destnîşan kir ku ji destpêka Komarê ve heta roja îro polîtîkayek perwerdehiyê bi kodên yekperest û netewperest hatiye birêvebirin û ev polîtîka di serdema AKP-MHP’ê de hin bêtir hatiye belavkirin û derxistiye astek nêr. Kaplan anî ziman ku ji destpêka Komarê ve di serî de kurd û zarokên zimanê wan ne tirkî ye bi polîtîkaya asîmîlasyonê re rûbirû ne.    ZAROK BEDELA PANDEMIYÊ DIDIN    Kaplan da zanîn ku bîlançoya şewba Kovîd-19’ê her roja ku diçe girantir dibe û di pêvajoya pandemiyê de herî zêde zarokên ku ji perwerdehiyê dûr mane di bin tesîra encamên pandemiyê de mane. Kaplan destnîşan kir ku di qada perwerdehiyê de jî beriya her tiştî sermaye li ber çavan hatiye girtin.    ‘DIVÊ PÊŞIYA PERWERDEHIYA KURDÎ WERE VEKIRIN’    Kaplan hin xalên ku divê werin kirin rêz kir û wiha got: “Divê ji bo dibistanan budçeyek têrkirî were veqetandin û maliyeta perwerdehiyê li ser milê malbatan neyê hiştin. Divê demildest bi hezaran mamosteyên vala sekinîne, werin tayînkirin. Pêwîste hemû mamosteyên beşên kurdolojiyê werin tayînkirin. Lazim e komîsyona OHAL’ê were betalkirin û kedkarên bûne mexdûrên KHK’ê vegerin ser karên xwe. Divê di serî de pêşiya perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirzimanî were vekirin û were mîsogerkirin. Lazim e dev ji perwerdehiyek yekperest, mezhebparêz, zayendperest were berdan û di şûna vê de perwerdehiyek zayendiya azadîxwaz û pirziman were destpêkirin.”