Danişîna Hevşaredara Geverê hat lidarxistin 2021-09-03 13:36:27   COLEMÊRG - Danişîna doza Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku qeyûm danîn şûna wê hat lidarxistin û dîsa nehat berdan.    Danişîna 10'emîn a doza Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku qeyûm danîn şûna wê û di 15’ê cotmeha 2019’an de li Enqereyê hatibû girtin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Yaşar a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin ji Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.    ASTENGKIRIN   Polîsan, beriya danişînê Edliyeya Colemêrgê dorpêç kirin û rojnamevan û şandeya HDP’ê ku xwestin danişînê bişopînin bi gotina “Fermana serokê dadgehê heye, kes li korîdorê jî nasekine” asteng kirin. Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parêzerên Yaşar beşdarî danişînê bûn.   Yaşar beyanên xwe yên berê dubare kirin û diyar kir ku di dosyayê de tiştekî ku bibe sûc nîne. Parêzerên Yaşar jî destnîşan kirin ku delîl li dijî hiqûqê hatine afirandin û ji bo xespa qeyûm were meşrûkirin muwekîla wan di girtîgehê de tê girtin.    Dadgeha biryara berdewama girtina Yaşar da û danişînê taloqî 1’ê cotmehê kir.