Li Rihayê zarokek ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin 2021-09-03 13:29:32   RIHA - Li navçeya Eyyubiye zaroka keçik a 13 salî ji aliyê bavê xwe ve hat kukştin.    Li taxa Şêxmahsût a navçeya Eyyubiyê ya Rihayê zaroka keçik a 13salî bi navê A.D. ji aliyê bavê xwe Mohammad D. hat kuştin.    Mohammad D., ewilî tundiyê li A.D. kir û pişt re jî bi madeyek sotemenî wê şewitand. Şêniyên derdorê agahî dan û polîs û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. A.D. rakirin nexweşxaneyê û tevî hemû mudaxileyan jî nehat rizgarkirin.    Piştî bûyerê Mohammad D. û apê wî hatin binçavkirin.