Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin 2021-09-03 08:54:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyê Wargeha Penaberan a Mexmur bombebaran kirin. Di êrîşê de ziyan gihîşte malên welatiyan.   Li gorî nûçeya Rojnewsê derbas kir, balafirên şer ên aydê Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), di saet serê sibê de, navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bombebaran kirin. Hat diyarkirin ku di êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye, lê ziyana maddî pêk hatiye. Hat destnîşan kirin ku dengê zêde yê bombebaranê, di nava zarokên wargehê de tirsek mezin da ava kirin.   Piştî êrişê welatî li cihê bûyerê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan. Dayikên ku hêrsa xwe anîn ziman, gotin “Ma dê heta kengî wiha êrişî me bikin, çima tu kes dengê xwe dernaxîne?”   Çav li rê ye ku Rêveberiya Wargeha Mexmûrê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.   Li aliyê din, hat bibîrxistin ku balafirên şer ên TSK'ê, di demên derbasbûyî de jî gelek caran êrişî wargehê kirine.