Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin 2021-09-03 08:45:48 AMED - Hunermend û mamosteyê Ma Muzîkê Neşet Guçmen di serdegirtina mala xwe ya li Amedê de hat binçavkirin.  Li Amedê vê sibehê polîsan bi ser mala mamosteyê Ma Muzîkê Neşet Guçmen ve girt. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê muzîkjen Guçmen binçav kirin. Hat zanîn ku polîsan ji Guçmen re gotiye di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatiye destpêkirin, biryara binçavkirinê hatiye derxistin.    Sedem binçavkirina Guçmen nehat zanîn û polîsan ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanîn ku biryara veşarî li ser dosyeyê hatiye danîn û dê Guçmen bibin Rihayê.