OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin 2021-09-02 14:03:44   AMED - Şaxa OHD’ê ya Amedê, aşkera kir ku xeber, heqaret ji Sonûç Gurdegîr ê 9 roj in di bin çavan de ne hatine gotin û tundiya fîzîkî lê hatiye kirin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), aşkera kir ku îşkence li Sonûç Gurdegîr ê Wezareta Karên Hundir ragihandibû ku di 24’ê tîrmehê de di serdegirtina maleke li Stenbolê de hatibû binçavkirin, hatiye kirin. OHD’ê li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û wiha got: “Muwekîlê me Sonûç Gurdegîr, piştî di 24’ê tîrmeha 2021’an li Stenbolê hat binçavkirin, rastî binpêkirinên mafan hatiye. Di pêvajoya binçavkirinê de muwekîl hem li nezareta Şaxa TEM’ê hem jî li Şaxa KOM’ê maye.”   OHD’ê, da zanîn ku muwekîlê wan ji roja hat binçavkirin heta niha li şaxa TEM û KOM’ê bê balif hatiye hiştin û wiha berdewam kir: “Bi taybetî ku muwekîlê me bibîne balif danîne odeyeke ku ew bibîne û bi vî awayî tundiya psîkolojîk lê kirine. Di hevdîtinên me kirin de bi hincetên weke ‘balif qirêj in, balif tune ne, em balifan nadin’ bê bersiv hiştin. Esas nedayîna balif di encama mûameleya nebaş de derdikeve pêşberî me.”   ÇAVÊ WÎ ŞÎN BÛYE   OHD’ê, diyar kir ku Gurdegîr li qereqolê bi piştê ve hatiye kelemçekirin û wiha berdewam kir: “Her du destên muwekîlê me bi piştê ve hatine kelemçekirin. Odeya ku muwekîlê me lê dima her tim didan ber pêhnan. Heqaretên weke ‘tu nikarî razî, alçak, bêşeref’ lê kirine. Şeva 28’ê tebaxê ji saet 22.00’an heta sibeya 29’ê tebaxê bê navber deriyê muwekîlê me dane ber pêhnan. Xeber jê re gotine û heqaret lê hatiye kirin. Di şeva 30’ê tebaxê dîsa bi tundiya fîzîkî birine odeya jêpirsînê. Li odeyê jî îşkence lê hatiye kirin. Muwekîlê me yê çavê wî yê rastê şîn bûye, ji bo îşkence neyê veşartin çavê xwe yê teqiyayî nîşanî kamerayan daye. Bi vî halî jî îşkenceya hatiye kirin di kamerayên şaxên TEM û KOM’ê de hene.”   GILIYÊ PERSONELÊN BERPIRSYAR KIRIN   OHD’ê, da zanîn ku Gurdegîr di saetên şev de birine nexweşxaneyê û ev tişt got: “Rapora nexweşxaneyê weke delîla îşkenceyê di nava dosyayê de ye. Lê personele nexweşxaneyê bi awayekî ser devkî û bi pişt ve kelemçekirî derzî li muwekîlê me daye. Pêkanîna personelê nexweşxaneyê ya li dijî muwekîlê me yê ji ber lêdanê ji ser hişê xwe çû, berdewama îşkenceya sîstematîk e. Muwekîlê me diyar kiriye ku fêm nekiriye li kîjan şaxê kirariyên çawa kirine û her tim heqaret lê hatiye kirin. Dem bi dem jî ji bo neraze bi dengekî bilind muzîk lê hatine guhdarkirin. Di her kêliya binçavan de bi awayekî sîstematîk xeber jê re hatine gotin, heqaret û tundiya fîzîkî lê hatiye kirin. Tiştên qewimîn îşkence ne. Sûcê îşkenceyê di mewzûatên netewî û navnetewî de hatine qedexekirin.”   Parêzerê Gudegîr, ji ber mûameleya nebaş û îşkenceyê, giliyê personelên peywîrdar û berpirsyar kir.