Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin 2021-09-02 13:02:49 AMED - Li gorî rapora meha Tebaxê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, 5 rojnamevan hatin binçavkirin, ji bo 8 rojnamevanan re lêpirsîn hat destpêkirin, êrişî 8 rojnamevanan hat kirin û 6 malperên înternetê hatin astengkirin.  Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên ser rojnamevanan ku di meha Tebaxê de pêk hatin amade kiribû, aşkera kir. DFG’ê, diyar kir ku pirsgirêkên mezin ên li Tirkiyeyê di qada azadiya ramanê û çapemeniyê de tên jiyîn didomin û wiha got: “Em di meha Tebaxê de jî, dîsa bi pêkanînên azadiya çapemeniyê re rûbirû man. Em dibin şahidê binçavkirina rojnamevanan, astengkirina şopandina wan a nûçeyan, êrişên ser wan, dozên derbarê wan de tên vekirin û girtina wan. Bi van pêkanînan, rojnamevan tên rewşeke wisan ku nikaribin bixebitin.”   ‘LIJNEYA SANSÛRÊ’   DFG’ê destnîşan kir ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê her tim nûçeyên ku rojnamevan çêdikin dişopînin û wiha berdewam kir: “Esas nûçe ji aliyê saziya ku weke lijneya sansurê dixebite ve tê şopandin, giliyê wan li dadgehan dikin û navên qadên ajansên nûçeyan bi navê ‘Parastina Pergala Cemaweriyê û Ewlehiya Neteweyî’ qanûneke eceb hêcet tê nîşandan û tên girtin."    PAR 467 HEZAR Û 11 MALPER HATIN ASTENGKIRIN   DFG’ê di nav rapora xwe de qala daneyên “Rapora 2020’an a EngellîWeb” a Komeleya Azadiya Îfadeyê jî kir û dane wiha parve kirin: “Bi dawîbûna sala 2020’an 467 hezar û 11 malperên înternetê, bi 408 hezar û 808 biryarên cuda ên ji aliyê 764 saziyên cuda ve hatine dayîn, hatin astengkirin.”    ‘RTUK JI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ RE DARBE YE’   DFG’ê di rapora xwe de cih da biryarên sansurê yên Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “RTUK’a nûçeyên têkildarî şewatên daristanan ên gelemperî welat cezakirin, berî ku ceza bide weke gefan li dezgehên weşanan bi xwe, daxwaza sansurê kiriye û cezayên ku bide beriya wê ragihandibû. Ev nêzîkatiya RTUK’ê darbeyeke aşkere ye ku li çapemeniya azad xistî.”   ‘EM JI RASTIYAN TAVÎZ NADIN’   DFG’ê berdewama rapora xwe de ev tişt gotin: “Desthilat medyayeke ku gel veqetiyayî, ji tiştên qewimin re çavê xwe bigire, pesnê desthilatê bide û dengê muxalîfan di nûçeyên xwe de ci nedinê divê. Ji bo wan rojnamevanê meqbûl; kesê lekolîn û lêpirsînan neke, pirsgirêkên civakê neîne ziman e. Rojnamevanê ji van re dengê xwe bike û vê nêzîkatiyê qebûl neke jî divê were bêdengkirin. Lê divê ev baş were zanîn ku rojnamevanên wêrek ên ji heqîqetê tavîz nedin hene. Wê gotin û nivîsîna heqîqetê bidomînin. Vê rastiyê tu zext, zor û sansur nikarin biguherînin.”   DFG’ê binpêkirinên mafan ên di meha Tebaxê de pêk hatin wiha rêz kir:    “* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 5   * Rojnamevanên jiyana xwe ji dest dan: 1   * Rojnamevanên rastî êrişê hatin: 8   * Lêferzkirina gef û sîxurtiyê: 1   * Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hatin astengkirin: 9 bûyer   * Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin: 8    * Rojnamevanên derbarê wan de doz hatin vekirin: 3   * Rojnamevanên hatin cezakirin: Ji 2 kesan re 10 sal 5 meh û 22 roj cezayê hefsê hat birîn   *Cezayên RTUK’ê: Ji 6 qenalan re 11 ceza   * Astengkirina ragihandinê ya înternetê: 211 nûçe û 6 malperên înternetê   * Rojnamevanên ji kar hatin avêtin: 51   * Rojnamevanên qertê wan yê çapemeniyê hatin betalkirin: 1   * Hejmara rojnamevanên girtî: 63