Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye 2021-09-02 12:00:39   RIHA - Hat îdiakirin ku li navçeya Hîlwanê polîsekî xwe kuştî ye.    Hat îdiakirin ku polîsê bi navê A.E.B. (29) ê li Miduriyeta Polîsan a li Navçeyê peywîrdar bû, bi demançeyê xwe kuştî ye. Polîsên ku bi dengê guleyê çûn odeya A.E.B. ew li erdî dîtin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespît kirin ku A.E.B. jiyana xwe ji dest daye.    Têkildarî mirina polîs lêpirsîn hat destpêkirin.