Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin 2021-09-02 10:45:24 DERSIM - Welatiyên, hewl didin şewata li daristanên Çemê Roj vemirînin,  bal kişandin ser qalikên guleyên MKE ku li herêmê dîtin û gotin: “Dersimê dişewîtin in.”    Li Dersimê, şewatên piştî operasyonên eskerî rû dan, dewam dikin. Şewata ku piştî operasyona eskerî ya çoltera navçeya Xozatê di 17’ê Tebaxê de hatibû lidarxistin rû da, 15 roj şûnde hat vemirandin. Agirê ku di 29’ê Tebaxê de bi Geliyê Mûnzûrê ket jî, piştî 3 rojan hat vemirandin. Şewata li daristanên Çemê Roj a Geliyê Pîlemûrê rû da jî, ji 28’ê Tebaxê ve dewam dike.    QALÎKÊN GULEYÊN MKE HATIN DÎTIN   Duh gelek kesan ji bo şewata Çemê Roj vemirînin, çûn herêmê. Welatiyên beşdarî xebatên vemirandina şewatê bûn, qalikên gulayên aydê Endustriya Kîmya ya Makîne (MKE) ên ji helîkopterên eskerî hatine avetin, dîtin. Welatiyan, diyar kirin ku şewat ji ber gulebarana helîkopteran rû da ye. Welatî ji ber kendal, gir û çalên li herêmê heyîn û belavbûna şewatê, nikarin bi awayekê rehet mudaxileyî şewatê bikin.    HÎNA DEWAM DIKE   Serdar Ozer ê tevlî xebatên vemirandina şewatê dibe, diyar kir ku 3 saetane meşiyan heya gehiştin herêma Kutudere û wiha axivî: “Êdî gotin qediya ye. Piştî bi saetan, encex me karî em şewata li Çiyayê Zel vemirînin. Li cihên bilind ên çiya hîna jî şewat dewam dike.”    BI ZANEBÛN PÊXISTINE    Welatiyê bi navê Devrîm Yan, ê ji Stenbolê hat herêma şewatê, da zanîn ku bi zanebûn daristanên herêmê dişewitînin. Yan, bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Daristan ji bo hemû zindiyên li ser rêyên cîhanê pêwîste. Daristan cegerên me ne. Lê li Dersimê bi rojane, daristan dişewîtin. Dewlet bi awayekê baş mudaxileyî şewatê nake. Ji ber vê her ku diçe belav dibe. Ger bixwazin di rojekê de dikarin vê şewatê vemirînin.”    ‘DIŞEWITÎN IN'   Bulent Bûlûç jî, dest nîşan kir ku Dersim naşewite, tê şewitandin û wiha hirsa xwe anî ziman: “Şewata daristanan komkujiyek bi zanebûne. Bi van şewatan dixwazin xwezaya bajêr tune bikin. Lê bi 100 hezaran car Dersimê bi şewitînin jî, emê dîsa bajarê xwe terk nekin. Hêza tu kesî tê ra vê yekê nake. Şewitandina daristanan siyasiye. Lê helwesta me mirovî û wijdaniye. Em bang li hemû kesên xwedî bi wijdan dikin, werin xwedî Dersim û xwezaya wê derkevin.”    'MUDAXILEYEK NIMÛNE’   Parêzer Bakî Çoşkûn jî, diyar kir ku li dijî şewatan tu bergirî nayê girtin û wiha got: “Şewat tenê li herêmekê rû nade. Ev jî dide nîşan da ku bi zanebûn agir berdidin herêman. Her 500 kîlometre dûrî hev agir heye. Yanî bi zanebûn, ji hewa de agir berdidin herêman.”   MA / Cengîz Ozbasar