'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e' 2021-09-02 10:44:28 WAN - Welatiyên tevlî mîtînga 1’ê Îlonê ya li Wanê hat lidarxistin bûn diyar kirin ku encax bi rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan aştî dikare were avakirin û gotin: “Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesileya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşmeya “Aştî dide jiyandin” bi tevlîbûna hezaran kesan duh li Wanê li Parka Mûsa Anter mîtîng li dar xistin. Welatiyên ji bo daxwazên xwe qîr bikin qad dagirtin, xwestin ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê birêvebirin bê rakirin û gel deng bide çalakiya greva birçîbûnê.    Yek ji welatiyên ku tevlî mîtîngê bû Vesîle Aksak, xwest ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bê rakirin û wiha got: “Bila deriyê Îmraliyê vekin. Wê Ocalan hemû cîhanê ji vê rewşê xelas bike û aştî, edalet û biratiyê bîne. Zilm bandorê li hemû mirovahiyê dike. Encax bi hatina aştiyê hemû mirov dikarin aram bin.”   ‘TECRÎD KIRMIZI ÇÎZGÎMÎZDÎR’   Seîd Taşdemîr ê ji bo li dijî tecrîdê deng derxîne ji Agiriyê tevlî mîtîngê bûyî jî bi lêv kir ku encax bi rakirina tecrîdê demokrasî dikare pêk were û anî ziman ku ji derveyî vê yekê li Tirkiyeyê qala demokrasiyê nikare were kirin. Taşdemîr, bal kişand ser girîngiya yekitiya netewî ya kurd û wiha got: “Tecrîd pirsgirêka hemû kurdan e. Tecrîd ne tenê ser kesekê ye, tecrîd ser hemû gelê kurd e. Divê hemû kurd vê wisa bibînin û rabin ser piyan. Divê weke kurd tecrîd xeta me ya sor be. Ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê demildest bi dawî bibe, divê kurd bibin yek.”   Kerem Îtah jî bal kişand ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û wiha axivî: “Em vê tecrîdê bi tu awayî qebûl nakin divê were rakirin. Em jî weke gelan aştiyê dixwazin. Encax bi rakirina tecrîdê aştî dikare were avakirin.”     RIYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE   Mûhsîne Yilmaz jî anî ziman ku li dijî tecrîda li ser Îmraliyê hemû cîhan bêdeng e û divê herkes li dijî tecrîdê dengê xwe derxîne. Yilmaz, xwest ku divê yekitiya netewî ya kurd pêk were û wiha got: “Divê êdî kurdê mirî şiyar bibe. Divê li hemû Kurdistanê li dijî tecrîda ser Ocalan deng bê derxistin. Divê kurd bi hev re têbikoşin û tecrîdê bişkînin. Girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne, herkes li mala xwe bêdeng e. Divê li dijî vê em hemû derkevin qadan. Girtî zarokên me hemûyan e. Rêya ji vê rewşê xelasbûnê aştî ye û ew aştî jî li Îmraliyê ye. Kî aştiyê bixwaze bila biçe Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bike wê demê dê aştî pêk were.”   MIFTEYA AŞTIYÊ   Guler Beyaz a ji Colemêrgê beşdarî mitîngê bû jî diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û wiha axivî: “Divê tecrîda ser Ocalan were rakirin. Mifteya aştî û demokrasiyê Ocalan e. Divê kurd dest bidin êkûdu şerê navxweyî bi dawî bikin. Divê hemû kurd daxwazên aştî û azadiyê biqîrin. Em li cem aştî û azadiyê ne em ne li cem mirinê ne.”