Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt 2021-09-02 10:38:38   MÊRDÎN - Parêzer Erdal Kuzu diyar kir ku divê beyanên endamek berê yê îstîhbaratê yên têkildarî dozên JÎTEM’ê de wek delîl werin qebûlkirin û got: “Di encama darizandinan de ji bo hat dîtin ku yê were cezakirin dewlet e, ser dosyeyan hat girtin.”    JÎTEM a ku di salên 1990’î de ji bo têkbirina têkoşîna azadiya kurdan hat damezrandin, însanan revand, di binçavan de qetil kir, gundan şewitand û înfazên bêdaraz kirin. Piştî salan têkildarî van bûyeran doz hatin vekirin. Ser van dozan yek bi yek hatin girtin. Heta niha ser dozên wek Doza Qizilxaçê, Doza JÎTEM’ê ya Dêrikê, Doza Bespîn, Doza JÎTEM’ê ya Qoserê, Doza Licê, Doza Vartinîs, Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê û Doza JÎTEM’ê ya Pasûrê hatine girtin.    Endamek îstîhbaratê yê berê têkildarî doz ango dosyey3en JÎTEM’ê ji rojnameya Yenî Yaşamê re axivîbû û nav bi nav vegot ku çawa ser dosyeyan hatiye girtin.    Parêzer Erdal Kuzu ku di gelek dozên JÎTEM’ê dişopîne têkildarî van mikûrhatinên endamê îstîhbaratê yê berê ji ajansa me re axivî.    ‘DOZ DI ENCAMA TÊKOŞÎNA CIVAKÎ DE HATIN VEKIRIN’    Kuzu bal kişand ser pêvajoya vekirina dosyayên JİTEM'ê û diyar kir ku pêvajoya vekirina dozan encama têkoşîna civakî ye. Kuzu diyar kir ku ew bi şîroveyên ku dosyayên bi awayekî konjonkturel hatine vekirin napejirîne û got: "Di salên 90'î de pêvajoyeke ku tê de binpêkirinên gelekî giran ên mafan û binpêkirina mafên jiyanê hatin qewimandin hene û ev yek wê xwe di cihekî de îfade bike. Bi awayekî dê rastî derkeve holê. Ji ber vê yekê, tekoşîna li vir tê meşandin, bû sedem ku vekirina dozan pêwîst bike. Têkoşîna malbatan, têkoşîna rêxistinên sivîl bû. Di encama têkoşîna civakî de vekirina van dozan pêwîst bû. Pêvajoyên vekirina wê demê rê li ber vekirina van dozan hêsantir vekir. Pêvajoyê hişt ku dozger azadtir tevbigerin. Di vî warî de aliyekî konjonkturel heye.”   ‘MALBATAN DERXIST HOLÊ KU SÛC JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATINE KIRIN’    Kuzu işaret bi pêvajoya vekirina dosyayên JİTEM'ê yên li Mêrdînê kir û diyar kir ku bi qebûlkirina daxwazan ve lêpirsîn dikarin berfirehtir bibin. Kuzu destnîşan kir ku tiştên bi salan malbatan û ew dibêjin derxist holê ku sûcên ji aliyê dewletê ve hatine kirin eşkere ne.    ‘JÎTEM JI DEWLETÊ NE SERBIXWE YE’   Kuzu anî ziman ku JÎTEM ne rêxistinek ku ji dewletê serbixwe ye û bêyî haya dewletê nehatiye avakirin e û JÎTEM rêbaza têkoşînê ya neqanûnî ye ku dewletê di salên 90'î de ji xwe re çêkir. Kuzu destnîşan kir ku JÎTEM ji hêla dewletê bixwe ve hat damezirandin û rêvebirin ku hemî personelên fermî yên dewletê di nava JÎTEM’ê de ne.    Kuzu got: “JÎTEM ji bo bibe amûra şer hat damezrandin. Belgeyên wê fermî hene ku ji aliyê dewletê ve hatiye damezrandin.”    ‘SERGIRTINA DOSYEYAN ENCAMA LIHEVKIRINEKÊ YE’    Kuzu diyar kir ku dozên ku bi salan hatin vekirin ji ber guherîna konjonkturê hatin girtin û wiha berdewam kir: “Ma ev encama peymana hukûmetê ya bi kesên ku ji wan re dibêjin neteweperest an jî têkiliya wan bi JİTEM re heye? Pir eşkere derdikeve holê ku ev wisa ye. Dema ku em li pêvajoya dawî lê anîna dozan dinêrin, hem di dozên ku me şopandine de hem jî di dosyeyên din ên dozê de pir zelal bû ku dadgeh xwe ji darizandinê dûr digirin û wan helwestek li hember girtina van dozan nîşan daye. Di heman demê de derdikeve holê ku ev belkî encama lihevkirinekê ye. Ez bixwe bawer dikim ku wisa ye. Têkiliyên van mirovan ên bi dewletê re û van kesan bi hikûmetê re têne berçav kirin, tê dîtin ku ev encama peymanekê ye.”    ‘DEWLETÊ NEXWEST XWE CEZA BIKE’   Kuzu da xuyakirin ku di encama darizandinên di dosyayên JÎTEM’ê de, dewletê ev nexwestiye "ji ber ku dewlet wekî yê ku tê cezakirin tê dîtin" û destnîşan kir ku parastina dozgerên "Me ji bo dewletê kir" îspata vê yekê. Kuzu da zanîn ku bidawîkirina dozan "biryara dewletê" ye û got: “JÎTEM mantiqek e ku ji damezrandina dewletê vir ve heye, û berê jî mîna salên 90’î rêbazên bi vî rengî dihatin bikar anîn. Ev nîşan dide ku ne di vîna vê dewletê de ye ku bi rastiyan re rû bi rû bimîne. Rûbirûbûna bi rastiyan re tenê bi serweriya hiqûqê mimkin e. Sergirtina van dosyeyan bi mekanîzmaya dewletê re eleqedar e.”    DIVÊ DOZGER BIKEVIN NAVA TEVGERÊ    Kuzu anî ziman ku îfadeyên endamê îstîxbaratê yê berê ku ji Rojnameya Yenî Yaşamê re axivîbû girîng in û divê dozger li hemberî van îfadeyan bi lez û bez bikevin nav tevgerê û wek delîl qebûl bikin. Kuzu destnîşan kir ku beyanên vî endamê îstîxbaratê yê berê gelek girîng in û tiştên ku vegot delîlên vê yekê ku hiqûqa Tirkiyê çiqas ketiye bin kontrola siyasetê.    MA / Ahmet Kanbal