Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne 2021-09-02 09:08:39 QAMIŞLO - Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed, derbarê daxuyaniya Beşar Esad a "Ademî Merkeziyetê" de wiha got: "Heke bixwazin ji mudaxileyên derveyî welat xelas bibin divê bi gelê Sûriyeyê re rûnin. Heke Şam muzakereyan bixwaze, bila keremke, em deriyên muzakereyan vedikin." Piştî ku Amerîka Afganistanê radestî Talîbanê kir, li Asyaya Navîn guhertina hevsengiyan dest pê kir. Tê payîn guhertina mijara gotinê bandor li welatên Rojhilata Navîn ên ku rêxistinên di zihniyeta Talîbanê de li wan hene bike. Sûriye ku 10 sal in şerê navxweyî lê didome û Iraq ku aloziya lê qet bi dawî nebûye jî ji van welatan e. Li Iraqê bi Hevkariya Bexdayê û Konferansa Hevpariyê ku bi pêşengiya Fransayê pêk hatine re herêm ket pêvajoyeke nû. Sûriyeyê jî bi êrişên hewayî yên Tirkiyeyê ku dîsa destpêkirin re bitevger bû. Tirkiye ku geşedanên li Afganistanê ji xwe re weke firsend dît li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe yên hewayî zêde kir. Bi vê re heyeteke payebilind li herêmê hevdîtinan dike. Dîsa gotinên Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad ên di civîna wezîran a dawîn de yên derbarê  "ademî merkeziyetê" de balkêş in. Yek ji aktora girîng a qada Sûriyeyê Hevseroka Lijneya Birêvebirina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ahmed, êrişên dawîn ên Tirkiyeyê, rolên Amerîka û Rûsyayê, daxuyaniyên Beşar Esad û geşedanên dîn ên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    ÊRIŞÊN PÊK TÊN   Hevseroka Îlham Ehmed, diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe peyam dide gelek aliyan û wiha got: "Herêma ku êriş lê pêk tên hêzên koalîsyonê, Rûsya, ereb û gelên cuda hene. Tirkiye "siyaseta berfirehbûnê" dimeşîne û êrişî hemû hedefên li pêş vê asteng in dike. Di vê çarçoveyê de nêzî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe. Bi êrişên tê xwestin ku nakokî bên çêkirin û aramiya li herêmê têk biçe. Di demên pêş de dibe ku êrişên mezintir pêk bên. Şer hê bi dawî nebûye û li dijî divê bi "vîna gel û siyaseta bîrewer" bê rawestandin."   ROLA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ   Ji bo êrişên Tirkiyeyê Ehmed destnîşan kir ku rola Amerîka û Rûsyayê tev heye û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: "Her du hêz jî piştî êrişên Sêrêkaniyê û Girê Spî bi Tirkiyeyê peymana agirbestê çêkirin û rol girtin. Lê Tirkiye ji wan re dibêje, 'Her çi qas min bi re peyman çêkiribe jî ez ê êriş bikim'. Di heman demê de bi van êrişan gef li van hêzan dixwe. Bêyî Amerîka û Rûsyayê Tirkiye nikare êrişan pêk bîne. Lê ji xwe re hincetan çêdikin û dibêjin ku wê êriş bikin. Hêzên mîna Amerîka û Rûsyayê jî ji bo ku daxwazên xwe bi Rêveberiya Xweser û hêzên QSD'ê bidin qebûlkirin hin caran helwesta Tirkiyeyê bi kar tînin. Ji ber vê em van welatan ji êrişan dûr nabînin. Bi taybetî jî Rûsya di vê mijarê de berpisyar e. Lê divê helwesta yên din jî zelal be."   GELO PÊKANE KU ŞEREKÎ NÛ DEST PÊ BIKE?   Ehmed, bi lêv kir ku rewşa niha ya li Sûriyeyê girêdayî agirbestê ye û ev nayê wê wateyê ku wê dîsa şer dest pê neke û wiha axivî: "Li Derayê dîsa şer dest pê kir. Dibe ku şerek wiha li Îdlîbê jî dest pê bike. Dîsa ji ber qrîza aborî dibe ku li herêmên di bin kontrola rejîmê de protestoyên mezin dest pê bikin. Li herêma me jî dibe ku êrişên mîna êrişên Tirkiyeyê pêk bên. Lê ev nayê wateya ku wê dîsa şerekî mezin li Sûriyeyê dest pê bike. Diyar e ku konseptek heye û wê Sûriyeyê di şerê sar de bihêlin. Bi vê rêbazê hêdî hêdî Sûriye qels dibe. Ji hundir ve tê hilweşandin. Saziyên heyî rola xwe nalîzin. Bi vî awayî tu fonksiyoneke wan jî namîne. Îhtîmaleke mezin wê piştî demekê li Sûriyeyê rêveberiyeke nû bê avakirin. Ev mijar li Şamê bi peymaneke giştî dibe ku pêk were. Ev îhtîmal dertê pêş. Piştî ewqas şer kes kes nêzî şerekî nû nabe."   TIŞTÊN LI DERAYÊ PÊK TÊN   Têkildarî pêşeroja Sûriyeyê de Ehmed, da zanîn ku beriya niha hatiye nîqaşkirin ku Sûriye dabeşî 3 herêman bibe û ev tişt anîn ziman: "Ev jî weke Îdlîb û derdora wê, Rojhilatê Firatê û herêmên di bin kontrola Şamê de ne. Komên li Derayê careke din bi otobusan derbasî Îblîbê tên kirin. Kombûna ewqas kom talûkeyê jî bi xwe re tîne. Komên niha li wir bi tevahî di çarçoveya siyaseta Tirkiyeyê de tevdigerin. Hebûna van koman jî bi dizîna mal û milkê gelên Sûriyeyê pêk tê. Bi bazirganiha di şer de tê avakirin. Hemû jî komên çete ne. Kesên li Derayê ew kesên ku destpêkê li dijî Rejîmê serî hildan. Stratejî û armancên xwe hinek jî parastbûn. Nebûbûn amûra bazirganiyê û şerê qirêj. Bi taybetî jî hewl dan nebin qurbana polîtîkayên ku xizmeta Tirkiyeyê dikin. Rejîm û Tirkiye dikin ku van koman jî bibin komên çete. Ne dûr e. Niha van koman dikişînin Îdlîbê û dibe ku bi wan êrişên nû bidine destpêkirin."   BANGA EFRÎNÊ YA LI 'GARANTORAN'   Di berdewama axaftina xwe de Ehmed, bal kişand ser mijara Efrînê û wiha pêde çû: "Yek ji mijarên girîng ên welat Efrîna di bin kontrola Tirkiye û komên girêdayî wê ne. Kesên ku daxuyaniya "Li Efrînê pirsgirêka ewlehiyê tune ye, herkes dikare vegere Efrînê" didin ew kesên ku hewceyê Tirkiyeyê ne. Helwesteke wan a li dijî Rêveberiya Xweser heye. 2 roj in em radigihînin; xizmên van kesên ku ev daxuyanî didin jî hatine girtin. Em li dijî vegera gelê Efrînê ne. Berovajiyê vê em hemû xebat û têkoşîna xwe ji bo vegera gelê xwe ya mala wan û astengkirina guhertina demografiya Efrînê dikin. Em dixwazin dagirkirinê rawestînin. Divê baş li awayê vegerê bê nêrin. Mal û milkê gel ji destê gel tê girtin û bi zorê bi gel didine îmzekirin û gel ji Efrînê derdixin. Aqûbeta kesên tên revandin ne diyar e. Kesên ku dibêjin 'Em garantor in' divê derkevin pêşberî gel û hesab bidin. Ev bangên Tirkiyeyê ne. Ji bo ku ji vê rewşê xelas bibe Tirkiye hewl dide hin kesan li gundên ku li Efrînê ava kiriye bi cih bike. Bila gelê me bi vana nexape. Dewleta Tirk sûc dike. Ji ber van sûcan divê Tirkiye li Dadgeha Sûcê Şer a Navneteweyî ya Laheyê bê darizandin."   DAXUYANIYÊN ESAD   Ehmed, daxuyaniya Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad a "Ademî Merkeziyetê" jî nirxand û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Biryara xurtkirina herêman û derbasbûna pergala nenavendî di sala 2012'an de hatibû girtin lê neket meriyetê. Esad got ku wê Sûriye nevegere beriya sala 2011'an û piştre qala xala 107'emîn kir. Yasaya xala 107'emîn di hêla xizmetê de baş xuya dike. Piştre pê leyîstin ji daxwaza bingehîn dûrxistin. Destpêkê hilbijartin û hêzên ewlehiyê yên girêdayî bajaran heta asteke nenavendî bûn. Piştî pê leyîstinê ji keyayan bigire heta waliyan her tişt ji aliyê Şamê ve tê tayînkirin. Daxuyaniya Esad ku wê Sûriye venegere beriya sala 2011'an baş e. Em jî vê timik tînin ziman. Lê dewleta nenavendî ya em qal dikin û ya ku ew qal dikin ji hev cuda ne. Di rastiyê de Şam bi xala 107'emîn berpirsyariya qrîza ku welat têde ye li rêveberiyên herêman bar dike. Yanî aresteyî waliyan dike û dibeje ku ev şaredarî çima xizmeta gel nake. Dibêjin bila civak nan, ceyran û avê ji Şamê nexwaze. Em girêdayî nêrina nenavendî ne. Lê em difikirin ku vê berfirehtir bikin. Em dikarin di çarçoıveya mafên îdarî, aborî, çandî, siyasî û civakî de binirxînin."   DERIYÊ MUZAKEREYAN   Di berdewama nirxandina daxuyaniya Esad de Ehmed destnîşan kir ku daxuyaniya Esad dikare berfirehtir bê nirxandin û têkildarî mijarê ev şîrove kir: "Daxuyaniya nenavendî em dikarin weke 'hem dibe ku muzakere bibin hem nebin' binirxînin. Heke Şam muzakereyan dixwaze, bila keremke, em weke MSD'ê deriyên muzakereyan vedikin. Ev banga me ye. Sûriye di qrîzeke giştî de ye. Em jî tevlî vê ne. Lê qrîza herî kûr rejîm dijî. Pêwistiya rejîmê bi vê herêmê heye. Heke weke ku niha dikin hewl bidin civakê bikişînin cem xwe, hin derdoran bi hin tiştan razî bikin û nakokî bikin navbera civakê û Rêveberiya Xweser wê rejîm bisernekeve. Rêya herî rast qebûlkirina rejîmê ya vê rastiyê ye. Êdî hebûna kurdan nikare bê înkarkirin. Hebûna suryanî, tirkmen, ermenî û gelên din nikare bê înkarkirin. Heke dixwazin ji mudaxaleyên derveyî welat xelas bibin ev bi rûniştina gelê Sûriyeyê dibe."   STATU: DIVÊ NY JÎ TEVLÎ BIBE   Ehmed, bal kişand ser nîqaşên ku ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û axaftina xwe bi van nirxandinan bi dawî kir: "Mijara statuyê mijareke Destûra Bingehîn e. Herkes jî dizane ku ev ne bûyereke naskirina dewlet û hêzêkê ye. Rewşa Statuyê miajara Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ye. Divê bi Sûriyeyê re bê çareserkirin. Divê rast e rast Neteweyên Yekbûyî jî tevlî bûyerê bibe. Heke ew rabin û bibêjin ku ji bo çareserkirina qrîza Sûriyeyê divê ev der jî rol bigire wê astengiyên li pêşiyê rabin. Her dewlet ji hêla xwe ve nas bike jî cihê vê di qanûnan de tune ye. Lewre bi nêzikbûneke berfireh dibe. Li qadê danûstandin hene. Nîqaşên ji bo başkirina aborî, aramî û sekna herêmê ya li ser piyên xwe yên bi hev re hene. Bi nêrîna min wê ev hê jî bi pêş ve biçe. Ev xebat ji bo cihgirtina Rêveberiya Xweser a di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de ne."   MA / Nazim Daştan