'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye' 2021-09-02 09:08:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê NAV-YEK'ê Haci Çelîk, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê li dijî lêgerîna azadiyê ya kurdan e û li dijî êrişan banga têkoşîna hevpar kir.  Tirkiye êrişên xwe yên li dijî destkeftiyên civaka êzidî ya li başûrê Kurdistanê didomîne. Di 16'ê tebaxê de Artêşa Tirk, li dijî Sûka Kevn a li navenda Şengalê êrişa hewayî pêk anî. Di êrişê de 2 kes qetil bûn û 3 kes jî birîndar bûn. Rojek piştî vê êrişê Artêşa Tik li dijî Navenda Tenduristiyê ya li gundê Sikeniyê jî bi heman rengî êrişeke hewayî pêk anî. Di vê êrişê de jî 4 jê xebatkarên tenduristiyê bi giştî 8 kes qetil bûn. Ev her dû êriş jî piştî hevdîtinên di navbera Tirkiye û Amerîka û serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ya Şengalê pêk hatibûn.    Herî dawî jî Artêşa Tirk di 30'ê tebaxê de bi SÎHA'yan li dijî Wargeha Qadiya ya êzidiyan a li Zaxoyê êrişên hewayî pêk anî. Hevserokê Navenda Yekitiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) Haci Çelîk û siyasetmedar û helbestkarê êzidî Xebat Şakir êrişên Tirkiyeyê yên li dijî civaka xwe nirxandin.    PÊŞÎ DAIŞ Û PIŞTRE TIRKIYE   Haci Çelîk, diyar kir ku hesabên Tirkiyeyê yên dagirkirina başûrê Kurdistanê hene û bal kişand ser baregehên Tirkiyeyê û çekdarkirina tirkmenan a li Mûsil û derdora Kerkûkê û wiha got: "Êrişên Tirkiyeyê yên li Zap, Avaşîn û Metîna yê jî nîşana dagirkirinê ne. Hedefên êzidiyan ên mîna parastin, statu û xwe birêvebirinê hene. Heta ku ev neyên bidestxistin û wê baweriya me bi tu kesî neyê. Hewla dûrxistina êzidiyan a ji xaka wan heye. Armanca DAIŞ'ê jî ev bû, lê bi serneket. Êrişên Tirkiyeyê yên piştî têkbirina DAIŞ'ê balkêş in."   HEDEF AZADIYA KURDAN E   Çelîk, bi bîr xist ku Şengal ji bo kurdên êzidî cihekî pîroz e û ev tişt anîn ziman: "Wisa xuya ye Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî pêla êrişan daye destpêkirin. Navenda bajar û nexweşxane hat bombebarankirin. Niha jî wargeh hat bombebarankirin. Divê ev weke lêgerîna Peymana 9'ê Cotmehê ya di navbera Hikûmeta Bexdayê û PDK'ê de were dîtin. Beriya çend rojan Sefîrê Amerîka yê Iraqê digot PKK û Heşdî Şebî li Şengalê hene. Pirsgirêk ne hebûna PKK'ê ye arman îmhakirina kurdan e. 73 ferman di ser vê civakê de pêk hatine. Wê demê jî PKK hebû? Armanca êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê tunekirina kurdan e."   BANGA LI ÊZIDIYAN   Di berdewama axaftina xwe de Çelîk, xwest ku êzidî di qadên leşkerî, siyasî û dîplomatîk de bi hev re tevbigerin û lîstikên gemarî vala derbixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibe ku bîrdozî, partî û nêrînên wan cuda bin. Lê divê êzidî di nav xwe de yekitiyê pêk bînin. Heke yekitî pêk neyê wê Tirkiye bi piştgiriya PDK'ê êrişên xwe bidomîne. Hewl tê dayîn Şengal bê valakirin û bêmirov bê hiştin. Lê dijî vê civakeke ku xwe di hêla siyasî û leşkerî de bi rêxistin dike heye. Ji bo mezinkirina van tiştan û pêkanîn xweseriyê divê êzidî bên gelhev."   BERDEWAMA FERMANÊ   Siyasetmedar û helbestkarê êzidî Xebat Şakir jî da zanîn ku demeke dirêj e Şengal bi êrişên giran re rû bi rû ye û ev tişt gotin: "Hemû êrişên piştî êrişa DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxê girêdayî hev in. Armanca êrişên dawîn jî tirsandina êzidiyan û vegera wan a Şengalê ye. Heta armanc dikin ku wan derxin derveyî Kurdistanê. Êrîş nîşan didin ku ferman li dijî êzidiyan bi dawî nebûye. Dewleta Tirk jî destpekê mîna DAIŞ'ê bi hêzên girêdayî xwe êriş pêk anîn. Piştî têkbirina DAIŞ'ê di bin navên cuda de heman rêbazan rêxistinên cuda hatin bikaranîn. Me ev li Rojava dît."   NATO HEVPARA ÊRIŞAN E   Şakir, xwest ku rola NATO'yê ya di êrişan de bê dîtin û wiha axivî: "Dewleta Tirk mutefîkeke girîng a NATO'yê ye. Bi vekişandina Amerîka ya ji Afganistanê re êrişên li dijî Şengal û Rojava zêde bûn. Herêma Kurdistanê di bin kontrola koalîsyona navneteweyî de ye. Çima naparêzin? Bêguman Tirkiye armancên wan pêk tîne. Ew jî hevparê van êrişan e. Dixwazin azadiya kurdan tune bikin. Pêwistiya kurdan bi rêxistinbûneke xurt û avakirina yekitiyê heye. Heta ku parçebûn bidome wê êriş berdewam bikin. Divê êzidî di her qadê de bibine yek û têkoşîneke hevpar bimeşînin."   MA / Îdrîs Sayilgan