Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin 2021-09-02 09:07:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, derbarê geşedanên li Herêma Kurdistanê diqewimin de nirxandinan kir û got: "Li herêmê, ji aliyê 4 dewletan ve konsepta tasfiyekirina deskeftiyên kurdan hatiye amadekirin."  Artêşa Tirk, di 23’yê Nîsanê de li qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê êrişeke mezin da despêkirin. Êrişên ku hem bi hewahî hem bi bejahî tê kirin berdewam dikin. Her wiha Artêşa Tirk li dijî Şengalê û gundên herêmê jî êrişan pêk tîne. Balafirên şer ên Artêşa Tirk di 16'ê tebaxê de bombe li Sûka Kevn a Şengalê barandin. Di vê êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Artêşa Tirk  di 17'ê tebaxê de jî li dijî Nexweşxaneya Gundê Sikeniyê ya Şengalê êrişeke hewayî pêk anî. Di erişê de 3 jê xebatkarên tendûristiyê bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest da. Tevî van geşedanên li herêmê pêk tên jî nêzî 2 mehan e di nava Hevserokên Partiya Yêkitiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî û Bafil Talabanî de pirsgirêkên balkêş diqewimin. Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, derbarê geşadanên li Başûrê Kurdistanê rû didin de pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivandin.    Li Başûrê Kurdistanê geşedanên herî dawî çi ne, hûn dikarin hinek ji me re behs bikin?    Li Başûr, gelek geşedanên girîng diqewimin. Polîtîkayên ku dewletên aktor dixwazin li herêmê guhertinên li gorî berjewendî û daxwazên xwe pêk bînin hene. Bûyerên ku li Efganîstanê rû didin wê siyaseta navdewletî ya li  herêmî bi çi rengî biguherîne nayê zanîn. Lê wisa diyare ku rewşa Başûr a ji aloziya siyaseta navdewletî cuda nine. Êrişên dewleta tirk û helwesta  hin hêzên başûrî çi encamê dide? Her wiha di nava YNK'ê de, êrişên li ser Şengalê, hilbijartina navendî ya  Parlementoya Federal a Iraqê hene. Heger em di vê çarçoveyê de rewşa Başûrê Kurdistanê binirxînin em ê bibînin ku Başûr ber bi aloziyeke kûr ve diçe. Ji raya giştî jî bi awayeke aşkere hatiye diyarkirin ku alozî û nakokî û nexweşiyên ku li Başûrê Kurdistanê li gorî konseptek an jî peymaneke di nav navdewletên herêmî de tê meşandin. Mutabaqatek  tê diyarkirin û ev mutabaqat jî ji hêla dewleta Tirkiyê  û PDK'ê ve hatiye amadekirin. Tê gotin ku PDK û Tirkiye tevlî vê konseptê bûne. Bêgûman êrişên dewleta tirk ev çend mehin bi her awayî bênavber didome. Di asta civakî de şerek topyekûn tê meşandin. Ev gihiştiye qonaxeke gelek metirsidar. Lê bêgûman ev bi xwe re têkoşîneke mezin tîne. Divê em vê baş bizanin ku heger rewşa cudatir li Başûrê Kurdistanê çêbibe û konsepta wan encam bigire wê zirareke mezin bigihîje gelê Kurd. Di şereke bi vî rengî de wê berjewendiyên gelê Kurd tune bibin. Di demên dawî de, em dibînin ku dewletên cuda jî tevlî vê mutabaqatê bûne. Heta ku dewleta Îran û rejîm Baasê jî di vê mutabaqatê de cih digire. Hedefa wan a sereke deskeftiyên gelê Kurd in. Dixwazin bi awayeke topyekûn deskeftiyên gelê Kurd tasfiye bikin. Em weke KNK di konsepteke bi vî rengî de berjewendiyên gelê Kurd tê de nabînin. Pêwîste ku em vê konseptê teşhîr bikin. "     YNK heta niha li dijî her êrişeke dewleta tirk nêrazîbûnên xwe anîn ziman. Ji ber wê jî  dewleta tirk dixwaze di navbera  YNK'ê de aloziyan derbixîne û ji ber wê jî di nav hewledanan de ye. Lawazbûna YNK'ê wê dijmin bi hêz bike.   Sedemên pirsgirêk û aloziyên ku di nava YNK'ê de diqewimin çi ne?    Dewleta tirk bi balafirên xwe û çekên xwe yên kîmyewî ku di qada navdewletî de ku hatine qedexekirin bikar tîne. Bêgûman li herêmê li dijî gelê Kurd şereke bê exleqî tê meşandin. Em baş dizanin ku hîn hêz  piştgiriyê didin dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê. Me gelek caran aniye ziman ku şerê dewleta tirk ne parastina sînorê xwe ye, ev şereke terorê ye. Heger îro hêzek,partiyek yan jî desthilatdariyek vê dagirkeriya dewleta tirk qebûl bike, ev wê ji hêla gelê Kurd bi tu rengî neyê qebûl kirin. A ditir jî ev alozî û nakokiyê di nav YNK'ê de jî, perçeyek ji konsepta dewleta Tirk û PDK ye.    Bêgûman em weke KNK naxwazin ku di nav rêveberiya YNK'ê de nakokiyên bi vî rengî çêbibin. YNK di siyaseta Başûrê Kurdistanê de rol û mîsyoneke girîng dilîze û pêdiviya civaka Başûr bi YNK'ê heye. Pêwîste ku YNK van gengeşeyan bi riya diyalogê çareser bike û dawiyê li van nakokiyan bîne. Têkçûna YNK'ê wê zirar bide berjewendiyên gelê Kurd. Em dizanin ku ev pirsgirêk ji siyaseta dewleta tirk serbixwe nine. YNK heta niha li dijî her êrişeke dewleta tirk nêrazîbûnên xwe anîn ziman. Ji ber wê jî  dewleta tirk dixwaze di navbera  YNK'ê de aloziyan derbixîne û ji ber wê jî di nav hewledanan de ye. Lawazbûna YNK'ê wê dijmin bi hêz bike.      Ew herêma ku îro weke herêma Kurdistan tê binav kirin dixwazin di aliyê demografîk ve ji Kurdan paqij bike û şûna wan jî çete û komên çete yên radîkal bi cih bike. Hin ji van an ji Kafkasya tînin, Tûrkmenîstan û hin ji van jî ji dewletên ereban tîne.    Herî dawî li ser Şengalê êrişên hewayî pêk hatin. Hûn weke KNK van êrişan çawa dinirxînin û em dikarin bibêjin ku ev êriş encama Peymana 9'ê Cotmehê ne?    Êrişên li ser Şengalê di heman wextê de serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de çêbû. Êrişên dewleta tirk êrişên hovane ne. Bi hedef girtina sivîlan û saziyên sivîlan dixwazin ku rêxistinbûyina ku li wir hatiye mayindekirin ji holê rakin. Di van êrişên dawî de fermandareke YBŞ'ê hat hedef girtin. Li gorî min ev gelek girîng bû. Li dijî vê êrişê bêdengiya Iraqê û Hikûmeta Herêmî dide diyar kirin ku ev êriş  encama  peymana 9'ê Cotmehê ye. Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmî hevkarê vê êrişê ne. Helwesta wan cihê rûreşî û şermezarkirinê ye. Lê divê mirov vê yekê jî bide diyar kirin ku, heger erêkirina hêzên Koalîsyonê neba, bê şik û bêgûman dewleta Tirkiyê wê nekarîba êriş bikira. Dixwazin peymana 9'ê Cotmehê de bi vî rengî pêk bînin. Ev bi tu şêwazî nayê qebûl kirin. Bêgûman divê gelê Şengalê xwedî gotin û însîyatîf be. Lê wisa diyare ku ew êrîşên li ser Şengalê beşek konsepta ku li tevahiya Başûrê Kurdistanê tê meşandine. Bêgûman em vê bi tu awayî qebûl nakin. Li ser Nexweşxaneyê êrîş kirin sucê şere. Pêwîste ku hêzên navdewletî hesaba vê bipirsin. Eger bi vî rengî li devereke din a cîhanê ba, ev bêdengiya wan wê bi vî rengî neba. Ev bêdengî dûritiye.Em vê şermezar dikin. Dewleta tirk qanûnên netewî binpê dike. Lê herkes bêdenge. Ev bêdengî gunehiyeke mirovahiyê ye. Dewleta tirk bi van kiryarên xwe re aşkere dibêje ku tehemûla min jî çand,ziman û hebûna gelê Kurd nine. Kurd li ku derê be ji bo wan ferq nake. Dewleta tirk li hemberî gelê Kurd şereke topyekûn daye destpêkirin. Ew herêma ku îro weke herêma Kurdistan tê binavkirin dixwazin di warê demografîk ve ji Kurdan paqij bikin û şûna wan jî çete û komên çete yên radîkal bi cih bike. Hin ji van an ji Kafkasya tînin, Tûrkmenîstan û hin ji van jî ji dewletên ereban tîne.    Li gorî we kî piştgiriyê dide van êrişan û kî hevkariya van êrişan dike?    Diyare ku Hikûmeta Iraqê jî tevlî van êrişan dibe. Lê balkêşe ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê di van rojên dawî de li Iraqê lez daye hevdîtinên bi Iraqê re. Bi serokwezîr, wezîrênavxweyî,wezîrêbaregeriyê re hevdîtinan pêk tîne. Di dawî de hevdîtina Erdogan û Kazimî çêbû. Ev bi xwe nîşan dide ku serkêşiya vê konseptê Mistefa Kazimî dike. Di demên dawî de hîn îdda hene ku dewleta Îranê jî tevlî vê konseptê bûye. Beyî çend rojan Serokwezîrê Iraqê yê berê Nurî Malikî serdana Herêma Başûrê Kurdistanê kir. Ji hêla herkesî ve tê zanîn ku Nurî Malikî aktorê herî sereke ku bi tu şêwazî li gorî berjewendî û siyaseta Iranê tevnagere. Ev serdan dide xuya kirin ku ev konsept ne tenê di navbera dewleta tirk û Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê de ye, di heman demê de Hikûmeta Iranê jî tevlî vê konseptê bûye. Dixwazin li herêmê dîzaynek nû ava bike. Ji ber vê jî em bi metirsiyareke mezin re rû bi rû ne. Tevgera Kurd, deskeftiyên Kurd bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Divê em bi cîdî vê pêvajoyê bibin.      Hêvî dikin ku ji her çar perçeyên Kurdistanê; nivîskar, siyasetmender,akademîsyen, rewşenbîr,hûnermend,nivîskar, rojnamevan tevlî bibin ku em bikaribin li hemberî van gefên li ser berjewendiyên gelê Kurd bisekinin.   Weke KNK li dijî van geşedanan we xebateke çawa daye pêşiya xwe?    Berpirsiyartiyek netewî û dîrokî li ser milê me heye. Ji bo ku em bikaribin deskeftiyên xwe biparêzin pêwîsta me di fikriyatê de bi danûstandinê heye. Di vê hêlê de gelek hewledanên me yên cûr bi cûr çêbûn. Bi hevdîtinan û konferansan me pêk anîn. Bi rihspîyên Kurd re hevdîtin pêk anîn ku riya danûstandin û  diyalogê vebe. Di rojên pêşiyê de platformeke  ku li dijî dagirkeriyê amade dikin.  Hêvî dikin ku ji her çar perçeyên Kurdistanê; nivîskar, siyasetmender,akademîsyen, rewşenbîr,hûnermend,nivîskar, rojnamevan tevlî bibin ku em bikaribin li hemberî van gefên li ser berjewendiyên gelê Kurd bisekinin. Em hewl didin ku xwe bigihîjin van beşên civakî. Dem dema berxwedana siyasiye. Di her warî de û cihî de divê em berxwe bidin. Em bang li hêzên ku tevlî konseptên dijmin bûne dikin, roj berî rojekî ji van kêmasî û şaşiyên xwe vegerin û tevlî hêza gelê Kurdistanê bibe.    MA / Zeynep Dûrgût