Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet 2021-09-01 15:24:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyan diyar kirin ku Sala Edlî ya Nû bi binpêkirinên mafan pêşwazî kirin û diyar kirin ku wê li hember polîtîkayên bêcezatiyê têbikoşin û mafê xwe gihandina edaletê biwêrek biparêzin.    Sala Edlî ya 2021-2022’yan bi merasîma li Dadgeha Bilind pêk hat destpêkir. Baroyên Enqereyê, Amedê û Edeneyê têkildarî vekirina Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan. Baroya Enqereyê li pêş avahiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku dowizên “Em mafê xwe gihandina edaletê bi cesaret diparêzin” hatin hilgirtin de Serokê Baroya Enqereyê Erînç Sagkan axivî.    Sagkan, diyar kir ku mafê darizandina adil tune tê hesibandin û wiha got: “Em weke parêzerên ji bo cihaneke wekhev bi ser navê her kesê li ber xwe didin, sala edlî ya nû bi biryardariyeke mezin pêşwazî dikin.”   AMED    Baroya Amedê jî têkildarî vekirina Sala Edlî ya Nû li ber avahiya Edliya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek parêzer tevlîbûn de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî. Eren, bi bîr xist ku bi ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re 6 sal derbas bûn û wiha got: “Bi tunebûna Tahîr Elçî re sala edlî ya şeşemîn vedikin, em dixwazin bi bîr bînin ku hêj cînayet nehatiye ronîkirin. Ji bo cînayeta edlî bi awayekî bi bandor bê lêpirsîn û faîl bên tespîtkirin û cezakirin em ê di serdema nû de têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘BEHSA DEMOKRASIYÊ NIKARE WERE KIRIN’   Eren, bertek nîşanî kirîmînalîzekirina baroyan a li dijî têkoşîna binpêkirinên mafên mirovan da û wiha berdewam kir: “Azadiya raman, nirxekî bingehîn ê civakeke demokratîk e. Cihekî ku azadiya raman û xwepêşandan û kombûnê tune be behsa demokrasiyê nikare were kirin. Di sala edlî ya borî de li çar aliyên Tirkiyeyê mudaxaleyên giran li mafê azadiya xwepêşandan û kombûnê hatin kirin.”   PIRSGIRÊKA KURD   Eren, qala israra desthilatê ya neçareserkirina pirsgirêka kurd kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne çareserkirina pirsgirêka kurd, di qada civakî, çandî û aborî de texrîbatên giran diafirîne.”   ‘BILA BIBE SALA EDALETÊ’   Eren, anî ziman ku bi guhertinên dawî yên di Qanûna Parêzeriyê de hatine kirin destkeftiyên parastinê hatin tunekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Baroya Amedê sala edlî ya nû li civata darazê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku sala edlî ya nû ji bo herkesê bibe sala pêkhatina edaletê.”   EDENE   Di daxuyaniya li navçeya Seyhanê hat dayîn de jî Serokê Baroya Edeneyê Semîh Gokayaz diyar kir ku daraz girêdayî rêveberiyê bûye û wiha got: “Em daxwaza xwe ya daraza serbixwe di her şert û mercî de bînin ziman û bibin talepkarê pergala ku hiqûq bibe serwer.”