Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-09-01 15:12:04   ENQERE - Derbarê nûçegihana JinNewsê Oznur Deger de bi hêceta parvekirinên li ser qetilkirina 7 kesên ji malbata Dedeogullari bi îdiaya "Biçûkxistinê, navtêdana kîn û dijminiyê li xelkê kiriye" lêpirsîn hat destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Navçeya Qosera Mêrdînê derbarê nûçegihana JinNewsê Oznur Deger bi hêceta parvekirinên meyda dîjîtal ên li ser qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari bi îdiaya "Biçûkxistin, navtêdana kîn û dijminiyê li xelkê kiriye" lêpirsîn hat destpêkirin. Deger di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de îfade da. Ji Deger pirsên derbarê parvekirinên wê yên medya dîjîtal û nûçeyên çêkiriye hatin pirsîn.    Parvekirinên Deger ên li ser medya dîjîtal ku wek sûc hatine dîtin wiha ne: "Ez jî kurd im", "Ne hisûmet 'êrişa nîjadperestî'", "Ne kuştin, qetilkirin e", "Li Konyayê kurdan qetil dikin", "Ji şewitandina daristanan kurd berpirs tên dîtin. Ji ber hemû neyîniyên li welat kurdan dikin hedef. Yek kes jî dernakeve nabêje 'Li vî welatî ji ber kurd kurd in ji aliyê tirkên faşîst ve tên qetilkirin."   Deger diyar kir parvekirinên wê kirine di çarçoveya azadiya îfadeyê de hatine kirin û sûcên xistine stûyê wê qebûl nekiriye.