Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne 2021-09-01 11:09:00 AMED - Parêzerê Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê 25 sal in di girtîgehê de Serdar Çelebî derbarê rewşa miwekîlê xwe de wiha got: “Hêzên dewletê yên bi komployê Ozkan weke faîlê vê bûyerê ceza kirin, dixwazin wiha bimîne.”   Endamekî îstîxbaratê yê kevin ku ji rojnameya Yenî Yaşamê re axivî, diyar kiribû ku Komkujiya Licê ya di sala 1993’yan de bi sûîkasta Tûxgeneral Bahtîyar Aydin dest pê kiribû, ji aliyê Fermandarê 7’emîn Kolordûyê Hasan Kûndakçi û alîkarê wî Serfermandarê berê Îlker Başbûg ve hatiye organîzekirin, delîlên sûc hatine windakirin û eskerên ku têkildarî vê bûyerê derbarê wan de doz hatin vekirin dan beraet kirin. Parêzerê Mehmet Emîn Ozkan (83) ku ji bûyerê 25 sal in girtî ye Serdar Çelebî têkildarî beyanên endamê îstîxbaratê yê kevin ên derbarê Komkujiya Licê, muwekîlê xwe û pêvajoya darazê de axivî.    ‘DI DÎROKA DARAZÊ DE CIHÊ XWE GIRT’   Çelebî, bi lêv kir ku muwekîlê wî di dema serî li polîtîkayên valakirina gundan hat dayîn de bi hêceta ewlehiyê mecbûr maye koçî Edeneyê kiriye û wiha got: “Li Edeneyê di sala 1994’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat binçavkirin û girtin. Cezayê muebbetê lê hat birîn û careke din nehat berdan hêj jî girtî ye. Bi îdiaiaya alîkariya rêxistinê hatibû binçavkirin lê pişt re bi delîlên zorî û beyanên îtîrafkaran -kî van îtîrafkaran pişt re di dadgehê de anîn ziman ku bi îşkenceyê ew îfade bi wan dane wergirtin û paş ve kişandin- weke kesê ji şewata Licê ceza lê hat birîn di dîroka darazê de cihê xwe girt.”   LÊPIRSÎNEKE BI BANDOR NEHAT BIRÊVEBIRIN   Çelebî, da zanîn ku ligel Ozkan ji bilî kurdî tu zimanên din nedizanî jî di asta lêpirsînê de beyanên wî bi tirkî hatin girtin û wiha berdewam kir: “Di hemû astên lêpirsînê de beyanên wî bi tirkî hatibûn wergirtin. Bêyî ku tercumanekê peyda bikin weke ku tirkî îfade daye girtek amade kiribûn. Qet tirkî nedizanî. Di dadgehê de bi tercûmanê tirkî parastina kurdî kiribû. Ozkan di her dadgehê de anî ziman ku ev sûc nekiriye lê dadgehê ew guhdar nekir. Di dosyayê de tu delîlên ku parastina wî bi derewînin jî tune ne. Beyanên du îtîrafkaran hebûn lê wan jî di pêvajoya dadgehê de îfadeyên xwe paş ve kişandibûn. Li gel ku îtîrafkaran îfadeyên xwe kişandin jî dadgehê guhdar nekir û bi hêceta beşdarî tevlîbûna şewitandina Licê bûye cezayê hefsê yê muebbetê lê birî. Îdiayên ku Licê ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye şewitandin her tim di rojevê de bûn. Lê tu demê lêpirsîneke bi bandor nehat birêvebirin.”   ‘EM DIBÎNIN KU MUDAXILE NEHATIYE KIRIN’   Çelebî, bi bîr xist ku piştî şewitandina Licê ya 15 salan Serdozgeriya Komarê ya Amedê dosya careke din girt dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lêpirsîn têkildarî ku faîl bên dîtin bû. Di encama wê lêpirsînê derbarê du eskeran de îdianame hat amadekirin. Esas îdianameyeke delîlên bûyera şewitandina Licê û kuştina Bahtiyar Aydin ku ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye kirin danî holê û derbarê du eskeran de doz hat vekirin. Ligel vekirina wê dozê ji aliyê merciyên darazê ve hat tespîtkirin ku Ozkan tevlî vê bûyerê nebûye. Li ser vê yekê ji bo darizandineke jinûve me serlêdan kir û dadgehê daxwaza me qebûl kir. Lê ji ber înfaz ne sekinand Ozkan tu car nehat berdan. Em jî difikirin ligel van delîlên şênber çima nehat berdan. Lê em di beyanên endamên îstîxbaratê yê kevin dibînin ku mudaxaleyeke cidî li dozê hatiye kirin.”   ‘HÊZÊN TARÎ DIXWAZIN DOZ WIHA BIMÎNE’   Parêzer Çelebî, beyanên endamê îstîxbaratê yê kevin ên derbarê mudaxilekirina darazê ya Îlker Başbûg û veguhestina dosya Licê ya ji Amedê jî nirxand û wiha pê de çû: “Veguhestina dosyayê ya ji Amedê girtin û birin Îzmîrê di encama mudaxale kirinê de pêk hat. Em hîn bûn ku beraet kirina her du eskerên ku li wir dihatin darizandin hatiye armanckirin. Dixwestin Mehmet Emîn Ozkan di hundir de bimîne û bûyera şewitandina Licê neyê ronîkirin. Hêzên dewletê yên bi komployê Ozkan weke faîlê vê bûyerê ceza kirin, dixwazin wiha bimîne.”   ‘DIDE NÎŞANDAN KU DARAZA TIRKIYEYÊ DI ÇI HALÎ DE YE’   Çelebî, bi lêv kir ku beyanên endamê îstîxbaratê yê kevin dide nîşan dan ku daraza Tirkiyeyê di çi halî de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di îtîrafan de tiştên eceb jî hene. Mesele hatiye tespît kirin ku hin kesên din jî beşdarî bûyera şewitandina Licê bûne lê li dosyayê zêde nekirine. Di bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê diqewimin de daraz bi awayekî serbixwe tevnagere. Sedemê herî bingehîn ê neçareserkirina pirsgirêka kurd jî ji nedayîna biryarên ne li gor hiqûqê derdikeve holê. Hewce nake mudaxaleyî darazê were kirin. Ji xwe ew dizanin ku çi biryarê dê bidin. Dadgerê di van bûyeran de biryarên cuda bide, dizane wê çi were serê wî.”