Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin! 2021-09-01 09:04:51 ŞIRNEX - Li herêma Besta birîna daran bênavber didome. Tê gotin, eskerên ku bi helîkopteran li ser herêmê diçin û tên, ji cerdevanan re gotine: "Devereke bidar nehêlin." Li herêmên Besta û Çelênimêja yên Şirnexê di bin çavderiya eskeran de birîna daran bênavber didome. Li herêma Bestayê; Sêrê Rû, Şerewan, Kaniyahilo, Dola Hevran, Berûze, Quntarên Navyan, Rîsor, Girê helizê, Darikarû bi tevlîbûna bi dehan cerdevanî û gelek eskeran rojê sed hezar dar tên birîn. Rojê 100 traktor darên hatine birîn tên barkirin û li herêma Rîsorê tên komkirin. Ji vir jî bi kamyonan bar dikin, dibin bajarên cuda.    Ji aliyekî ve dar tên birîn, li aliyê din jî bi kemçeyan rê tên birîn. Li cihê dar lê tên birîn, kûleyên çavdêriyê tên çêkirin. Her wiha li gor çavkaniyên herêmî, eskerên ku bi helîkopteran li ser herêmê diçin û tên û keşfê dikin jî ferman dane cerdevanan û gotine: "Herêma Keniyamîra tarî xuya dike û dar lê hene. Darên vê herêmê jî bibirin û devereke bidar nehêlin."    NE TENÊ CERDEWAN LEŞKER JÎ DARAN DIBIRIN   Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ne tenê cerdevan esker jî daran dibirin û li herêmê birîna daran bênavber didome û kemçeyan heya Kaniyamîr û Şerewana rê birîne.   Hat diyarkirin ku li gelek deveran dar nehiştine û qirkirina daran ji 7'ê sibehê dest pê dike heya 5'ê êvarî didome. Darên tên birîn jî bi destê cerdevanên ku ji bajaroka Sêgirkê anîne, tên birîn.   Her wiha hat gotin ku cerdevanan ji welatiyan re gotiye, "Ev fermana dewletê ye."