Li Çiyayê Cûdiyê şewat 2021-08-31 19:37:11 ŞIRNEX - Li gundê Beşirî yê li quntara Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket. Li gundê Beşirî yê navçeya Sîlopiya ya Şirnexê ku li dikeve quntarên Çiyayê Cûdiyê, îro danê nîvro agir bi daristanê ket. Nehat zanîn agir ji ber çi bi daristanê ketiye û her wiha nayê hiştin kes mudaxileyî şewatê bike.